Çetîn: Ev şoreş wê jiyaneke azad û demokratîk bi xwe re bîne

"Em bi hev re dikarin bi rengekî rêxistinbûyî li dijî zîhniyeta zilamsalar têbikoşin û bi yekîtiyê dikarin vê şoreşê misoger bikin. Wê ev şoreş ji bo hemû civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyanek azad û demokratîk bi xwe re bîne."

Gerîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çetîn Serdeşt işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê kir û hemû şehîdên şerê li Herêmên Parastina Medya û yên di berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de şehîd bûne bi bîr anî. Di heman demê de li ser kampanyaya KJAR’ê ya “Dema parastina şoreşa jinê ye” jî nirxandin kir.

Gerîla Çetîn bal kişande ser êrîşên li ser Îmraliyê û li qadên Zap û Avaşînê û got; “Berxwedan û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo ya li girava Îmraliyê hemû komployên dewleta faşîst a Tirkiye û NATO'yê pûç kir, rengdana vê yekê li çiyayên bilind ên Kurdistanê jî tê dîtin. Dixwazin bi ferzkirina tecrîda giran li ser Rêber Apo, gelê Kurd ji vê qonaxê bêpar bihêlin. Ji ber vê yekê hemû cûre têkilî ya bi Rêber Apo re dane sekinandin û rê nadin ku destwerdana vê qonaxê bike, ji ber ku ev hêz ji belavbûna modernîteya demokratîk ditirsin û berjewendiya xwe di pêşxistina şer û aloziyan de dibînin û ti carî alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk nînin. Her wiha îro ramanên Rêber Apo li Kurdistan û cîhanê pêk tê û wê bibe îdeolojî û paradîgmayeke cîhanî. Yanî yê ku rê li ber vê yekê vekir Rêber Apo ye û yê pêşengiya şoreşa azadî û demokrasiyê li herêmê û cîhanê da destpêkirin jî gelê Kurd e. Bê guman şoreşa jinê di nava vê şoreşê de pêk hat û her ku diçe li Kurdistan, herêmê û cîhanê belav dibe û ev jî nîşan dide ku gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan pêşengiya şoreşa azadî û demokrasiyê li cîhanê dike. Êrîşên hovane yên dewleta Tirk ê faşîst ên li Zap û Avaşînê, ji vê yekê ne qut in, lewre hemû polîtîkayên qirêj û gemar, bi taybetî jî çekên kîmyewî û yên qedexekirî li ser hevalên me bikar tîne, ev yek dûrbûyîna ji exlaqê mirovahiyê ye. Tevgera me tevgera şehîdan e, bi ruh û fedayîtiya şehîdan her ku diçe mezin û berfireh dibe, weke Rêber Apo jî dibêje: ‘Şehîd rastiya rêya azadiyê ne’, ew şehîdane rastiya vê riyê nîşanî me didin.”

Gerîlayê YRK'ê axaftina xwe wiha domand; “Serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê, serhildaneke pîroz a lêgerîna jiyana azad û demokratîk e. Şoreşa ku bi pêşengiya jinên Kurd destpê kir, em di wê baweriyê de ne ku wê serketinê misoger bike û divê ev çalakî û serhildan bi rengên cuda bên xurtkirin. Divê jin û ciwanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya vê serhildanê bikin. Helbet şoreş bê berdêl nabe. Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo jiyana azad û demokratîk bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî re bala her kesî kişande ser xwe. Ji ber ku gel pê hesiyaye ku qetilkirin û zexta li ser jinê tê kirin, ne karekî exlaqî û wijdanî ye, divê li hemberî neheqiya ku li jinan tê kirin serî hildin û qebûl nekin. Li dijî zîhniyeta zilamsalarî têbikoşin û bi gel bi hevgirtinê dikarin wê zihniyeta heyî hilweşînin û zîhniyeta demokratîk biafirînin. Wate pêwîste hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Fars, Belûç, Azerî, Kurd û Tirk ji bo tinekirina vê dagirkeriyê bibin yek û vê şoreşê ser bixin.”

Gerîla Çetîn işaret bi kampanyaya KJAR’ê jî kir û wiha pêde çû; “Em gerîlayên YRK’ê têkildarê kampanya 'Dema parastina şoreşa jinê ye' ya KJAR’ê daye destpêkirin, dibêjin ku divê hemû jinên Kurd, Belûç, Azerî, Tirk û Fars bi hev re xwe rêxistin bikin û li dora kampanyaya KJAR’ê kom bibin. Em bi hev re dikarin bi rengekî rêxistinbûyî li dijî zîhniyeta zilamsalar têbikoşin û bi yekîtiyê dikarin vê şoreşê misoger bikin. Wê ev şoreş ji bo hemû civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyanek azad û demokratîk bi xwe re bîne. Bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî wê felsefeya nû ya jiyanê ava bibe. Heta ku bi ser nekevin divê em bi hemû hêz û kêrhatiyên xwe, xwe biparêzin, xwe birêxistin bikin û berdewam bikin û berfirehtir bikin.”

Gerîla Çetîn bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û cîhanê kir û got: “Banga me ji gelê me yê li her çar parçeyên welat û derveyî welat re ew e ku dikarin bi xwepêşandan û serhildanan li hemberî van êrîşên heyî bisekinin û xwedî li Rêber Apo û şehîdên xwe derkevin. Bêdeng nemînin û netirsin, ji ber ku bi êrîşa ku li ser me heye, dagirker dixwaze di van çend mehên mayî de encamekê bi dest bixin. Lewma divê gel di van çend mehên li pêş me de beşdarî her çalakî, têkoşîn û xwepêşandanekê bibe. Her kes li her cihê ku lê ye çi girtîgeh dibe yan jî li derve û çiyayan dibe, divê bi yekîtî û rêxistinî li hemû destketiyên gelê xwe xwedî derkevin, divê em serketinê misoger bikin.”