Daxuyaniya ji bo rojnamevan Îsam Ebdullah hate astengkirin

Daxuyaniya ji bo nûçegihanê ANHA ya Dêrikê Îsam Ebdullah ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû hate astengkirin.

Daxuyaniya Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ya têkildarî Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya Dêrikê Îsam Ebdullah ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Kobanê de şehîd bibû, ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘qedexeya walîtiyê’ hate astengkirin.

Beriya daxuyaniyê Kolana Hunerê ji aliyê gelek polîsan ve hat dorpêçkirin û rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin. Rojnamevanan diyar kirin ku ew vê biryarê nas nakin û astengkirina daxuyaniyê şermezar kirin.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû got, “Em careke din destnîşan dikin ku çapemeniya azad di nava ti şert û mercî de bêdeng nabe. Xebatên rojnamevaniyê û mafê nûçe ji raya giştî re ragihandin a rojnamevanan, nikare bê astengkirin. Em vê biryarê şermezar dikin."