NPG: Di sala 45'an de berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye

NPG: Em, neferên fedaî yên Apoyî ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê xwe ye, di sala 50'î ya pêngava Rêbertî ya Apoyî û sala 45'an a damezrandina fermî ya partiya me PKK'ê de, em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, "Salvegera 44'an a damezrandina partiya me PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz, li malbatên şehîdan û dostên hêja yên partiya me, li hemû hevrêyên me yên li her qadê têdikoşin û li sempatîzanan pîroz be."

Di daxuyaniya NPG'ê de hate gotin, "Partiya me PKK ku li ser şehadeta şehîdê me yê destpêkê hevrê Hakî Karer ava bû, her meh û rojên 44 salên têkoşîna azadî û hebûnê bi dayina şehîdan meşand û veguherî partiya şehîdan."

Daxuyaniya NPG'ê wiha dewam kir: "Nirxên mezin, pîvanên bilind, manewiyata xurt û ruhê nemir ên ku heqîqeta şehîdan afirand, weke xeta şehîdan a her tim rêya rast nîşan dide, şênber bû. Partiya me PKK, têkoşîna xwe ya nîv sedsalî di bin fermandarî û rêbertiya şehîdên me yên ezîz de meşand û gihand vê astê. Her xeleka şehadetê ya li nava PKK'ê li zincîra şehadetê zêde bû û rastiyeke welê afirand ku ti carî naqede, naşikê, teslîm nabe, her tim xwe nû dike, mezin dike û ber bi serketinê ve dibeze. Em şehîdên xwe yên ezîz ên ku ev rastî bi can û xwîna xwe afirandin bi rêz, minet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê her tim şopdarê xeta şehîdan bin."

PKK'Ê GELEK DESTKETIYÊN ŞOREŞGERÎ BI XWE RE ANÎ

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de wiha hate gotin: "Partiya me PKK a bi pêşengiya Rêber Apo, têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê ya bênavber a nîv sedsalê temam kir û derbasî sala 45'an a damezrandina fermî dibe. PKK'ê di pêvajoya nîv sedsalê de gavên welê mezin avêt û şoreşên mezin afirand, ku PKK bi xwe bû mîladek, bûyer û rewşa li Kurdistanê û herêmê weke berî û piştî PKK'ê hatin pênasekirin. Tevgera PKK'ê ku îdeolojiya Apoyî gav bi gav xiste meriyetê, li Kurdistanê gelek destketiyên şoreşgerî bi xwe re anî, di nava şoreşê de şoreş kir. Beriya her tiştî rastiya Jin a Azad afirand ku ji tevahiya cîhanê re bû çavkaniya sûdwergirtinê, hêvî û azadiyê. Jin ên Kurdistanê gihand jiyana azad. Gelê Kurd ê mezlûm ku tune dihate hesibandin û tunekirin lê dihate ferzkirin, gihand nasnameya wê û ew bi rêxistin kir, bi biryara li ser berxwedana neteweyî şoreşa vejînê pêk anî û kir veguherand rastiya gelekî ku ji bo hebûn û azadiyê şer dike. Rêber Apo dît ku ev bûyer û gav tenê bi milîtaniyeke fedaî ya Apoyî dikare bê afirandin, beriya her kesî li atmosfwereke ku navê hêviyê jî tune bû biryar li ser meşa bi fedaîtiyê da, weke fedaiyê destpêkê yê pêşeng ê tevgera me rastiya milîtaniya fedaî ya Apoyî ya têk naçe afirand.

Partiya me PKK ku li ser van esas û bingeha diyalektîk têkoşiya, mejî, çand, ziman, uslûp, bawerî, manewiyat, pîvan û rêbazên jiyaneke azad a mezin afirand û li Kurdistanê şoreşa civakî ya bingehîn pêk anî. Di demekê de ku dihate îdîakirin ku dema îdeolojiyan û sosyalîzmê qediya ye û gelên bindest neçarî modernîteya kapîtalîst dihate kirin, bû nîşaneya herî şênber a têkoşîna bi îdeolojiya jiyana azad û meşa serketinê. Heqîqetên ku di şexsê PKK'ê de hatin afirandin, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bû nîşaneya navbera rastiya heqî û neheqiyê, başî û nebaşiyê, azadî û koletiyê, demokrasî û desthilatdarîperestiyê, bedewî û qirêjiyê, rastî û şaşiyê, fedaîtî û teslîmiyetê, sekna azad û xiyanetê, bilindbûn û ketinê, sosyalîzm û kapîtalîzmê. Bi têkoşîna PKK'ê re rastî eşkere bûn. PKK'ê mîrateya herî baş, bedew, rast û bi tercîha azadiyê ya mirovahiyê di kesayetiya xwe de kom kir, di her sala têkoşînê de destketiyên têra sedsalekê dikin afirand, bû partiya şoreşger a herî dînamîk a vê serdemê û ji gelên bindest re bû ronahiya hêviyê.

BERXWEDANA FEDAÎ HÎN BÊHTIR NÊZÎ SERKETINÊ KIR

Ev serketin hemû berhema têkoşîna fedaî ya hevrêyên me yên şehîd e ku ji dil bi îdeolojiya Apoyî bawer kirin, bi rêbaz, tempo û uslûba Apoyî bi fedaîtî têkoşiyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê, di sala 44'an a partiay me de berxwedaneke bêhempa nîşan dan, li ser xeta şehîdan bêteredût meşiyan û xwe gihandin asta herî bilind a fedaîtiyê. Sekna fedaî ya Apoyî ku di şexsê hevrê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal de gihîşt lûtkeyê, ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyê heta bi metropolan rêbaz, xet, taktîk, bawerî, biryardarî û îdîaya serketinê ya berxwedana lehengî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê afirand. Pêngav, berxwedana fedaîtî û çalakiyên bi tempoya bilind ên li Kurdistanê hesab û planên dijmin hemû pûç kirin, rejîma faşîst anî ber hilweşînê û em hîn bêhtir nêzî serketinê kir.

Bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku ji rêbaza fedaî ya Apoyî û meşa li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nadin, biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê me ji her demê bêhtir xurt e. Em, neferên fedaî yên Apoyî ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê xwe ye, di sala 50'î ya pêngava Rêbertî ya Apoyî û sala 45'an a damezrandina fermî ya partiya me PKK'ê de, em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî bi hewldanekp, performans û tempoyeke hîn bilind a serketinê bi cih bînin. Em sala nû ya partiya xwe PKK'ê careke din li gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin, di sala nû ya têkoşînê de serketinê hêvî dikin."