KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Rêber Apo yekan e hêza ku cîhanê biguherîne ye’
Li Silêmanî bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî semînerek li ser hêz û felsefeya Abdullah Ocalan hate dayîn. Di semînerê de hate gotin ku Ocalan yekan e hêza herî xurt a guherîna sîstema cîhanê ye. -
Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hate vekirin: Em ê bersiveke xurt bidin desthilatdariyê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Bedlîsê axivî û got, "Ev hilbijartin derfeteke gelekî mezin dide me. Em ê bersiva herî xurt bidin vê desthilatdariyê." -
Asayîşa Êzidxanê yekemîn konferansa xwe li Şengalê li dar xist
Asayîşa Êzidxanê yekemîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Misogeriya Xweseriya Şengalê, bi xurtkirina Asayîşa Êzîdxanê re derbas dibe” lidar xist. Di konferansê de hat gotin, “Divê Êzidî mil bidin milê hev û rê nedin xayînan.” -
Gerîla Koçer Dogan di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bû
Tevî biryara bêçalaktiyê ya hêzên gerîla, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Koçer Dogan di êrîşa 7’ê Adarê de şehîd bûye. -
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê şitil li hewşa mala Bûbo Taş hatin çandin
Li hewşa mala Bûbo Taş ê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya fedaî kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. -
Tîma Tolhildanê ya YPS-YPS JIN’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Tîma Tolhildanê ya Rêzan Ferqîn ê YPS-YPS JIN li Amedê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan pîroz kir. -
Banka Kurdistanê ji ber pere li Halk Bankê veşatine hate mehkûmkirin
Banka Navendî ya Iraqê ji ber ku Banka Kurdistanê li Halk Bank a Tirkiyeyê pere veşartine mehkûm kir û diyar kir ku ew ê ji para mezaxtina banka navendî bêpar bê hiştin. -
Gerîlayê HPG'ê Başdînç hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç li goristana Taxa Keşîşoglû ya navçeya Artemêtê ya Wanê hate veşartin. -
DFG: Meha Adarê rojnamevanek hate girtin, 16 hatin destgîrkirin
DFG'ê ragihand ku meha Adarê êrîş li 8 rojnamevanan hate kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin, yek hate girtin û 330 nûçe hatin astengkirin. -
Gerîlaya HPJ'ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îsal wê bibe saleke stratejîk
"Her sala nû em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nû dikin û li hember tecrîda girankirî ya Îmraliyê şerê xwe dijwartir dikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ew ê îsal ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bibe saleke stratejîk." -
Seven: Desthilatdarî bi awayekî îradî hilweşiya
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku AKP û MHP’ê di warê ekonomîk, siyasî, dîplomatîk de têk çûye û got “Tişta ku divê were kirin ev e ku di vê hilbijartinê de di çarçoveya qanûnî de, dawî li vê rewşê were anîn.” -
Mele Elî: Eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyetê nîne, tenê zane zilmê bike
Mele Elî Spêrtî got: “Ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyet û şehadetê re nîn e. Tenê dizane zilmkariyê bike.” -
Gerîlayên PJAK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Gerîlayên PJAK'ê salvegera 19'an a damezrandina partiya xwe û rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina şitlê daran pîroz kirin. -
Malbatên AKP'î dest danîn ser xwarina fitarê ya mexdûrên erdhejê
Li Midûriyeta Herêma 11'an a Rêyên Bejahî ji bo mexdûrên erdhejê xwarina fitarê hate dayin, lê belê malbatên AKP'î dest danîn ser vê xwarina belaş. -
Ketina Rihayê li siyasetmedarên Kurd hat qedexekirin
Ketina Rihayê ya siyasetmedarên Kurd bi hinceta “Bi armanca piştgirîdayînê çalakiyê hatine” hat qedexekirin. -
Li Binarê Qendîlê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Binarê Qendîlê bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran hatin çandin. -
4'ê Nîsanê li Nisêbînê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akîf Dogan ragihand ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kiriye. -
OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê raporek eşkere kir
OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê rapor eşkere kir û diyar kir ku li gel hişyariyan jî tedbîr nehatin wergirtin. -
83 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran li Herêmên Parastinê yên Medyayê da. -
Gerîla Gabar: Rêbertî bu dengê gelan ên jiyaneke azad dixwazin
Gerîlayê HPG'ê Welat Gabar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Rêberê me bû dengê gelan ên ku jiyaneke azad û demokratîk dixwazin." -
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di meşa me ya pîroz a azadiyê de, heta nefesa xwe ya dawî di milîtaniya Apoyî de israr kirin û wan xwestin ji hêviya gelê me re bibin bersiv.” -
Milîsên HBDH'ê li Wanê meşeke bi meşaleyan lidar xistin
Milîsên Halît Ozdaşli yên HBDH'ê ragihandin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teqandina fîşekên hewayî û bimeşekê pîroz kirine. -
4'ê Nîsanê li Başûrê Kurdistanê bi çandina daran hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi çandina daran hate pîrozkirin. -
Bazên metropolan 4'ê Nîsanê bi çalakiyan pîroz kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Têkoşer Dijwar ên Bazên Metropolan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed û Sêrtê bi fîşekên hewayî pîroz kirin. -
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Hezexê hate pîrozkirin
Ciwanên Hezexê rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.