Mergever: Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' wê bibe bingeha jiyanek demokratîk û azad

Gerîlayê YRK’ê Hêmin Mergever der barê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got, “Eger civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo bi pêş bixe û paradîgmayê wî ji xwe re bike esas, ew ê teqez bi ser bikeve.”

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Hêmin Mergever têkîldarê serhildanên ku bi pêşengiya jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketiye pêş, şerê taybet yê rejîma Îranê û li ser girîngiya parastina cewherî nirxandin kir.

SERHILDANA LI ÎRANÊ ENCAMA TÊKOŞÎNA BI SALAN A LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ YE

Mergever destnîşan kir ku serhildanên ku îro bi pêşengiya jin derketiye pêş, ji têkoşîna ku bi salan li çiyayên Kurdistanê tê meşandin ne qute û wiha got, “Heta em dikarin bêjin ku têkoşîna bi raman û felsefeya Rêber Apo pêş ket, bandora xwe li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Ji ber vê jî divê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe li derdora xeta bîrdoziya rizgariya jin zêdetir xwe birêxistin bikin. Jinên Kurd di cewhera xwe de wêrek û berxwedêr in û tu carî di bin pergala baviksalarî de wenda nebû. Lê divê ev ruh zêdetir derkeve pêş û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe bi rêxistin bike û ji vê pêvajoyê re pêşengî bike.”

JIN Û GELÊ LI ROJHILATÊ KURDISTAN DAXWAZA MAFÊN XWE YÊN RAWA DIKIN

Gerîlayê YRK’ê Mergever di berdewamiyê de qala polîtîkayên şerê taybet a rejîma Îranê kir û ev tişt got, “Dewleta Îran ya dagirker, bi şerê taybet, bi agahiyên spekulatîf dixwaze sih bixe ser serhildanan. Lê her kes dibîne ku jin û civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îran daxwazê mafên xwe yên rewa dikin, daxwaza azadî û demokrasî dikin. Ji ber vê li qadan têdikoş in. Ji dîrokê heta roja îro gel li dijî desthilatdariyê doza mafê xwe dike. Gelê Îranê dizane ku xeta berxwedanî û têkoşînê, wê bi xwe re serkeftinê bîne. Di van serhildanên roja me ya îro de jî, gel sekna xwe ya li hember rejîma dagirker bi awayek radîkal daniye holê. Ji ber vê jî, ev şerê taybet û pergala desthilatdarî ya Îranê mehkûma binketin û têkçûnê ye. Ger civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo pêş bixe û paradîgmayê ku ji bo mirovahiyê ava kiriye, ji bo xwe esas bigre û di van çarçoveyan de xwe birêxistin bike, teqez ew ê bi serbikevin.”

DIVÊ LI DIJÎ HER CURE ÊRÎŞ PARASTINA CEWHERÎ ESAS BÊ GIRTIN

Gerîla Hêmin li ser girîngiya parastina cewherî jî sekini û got, “Ev serhildanên ku di vê pêvajoyê de pêş ketin, ji gelek aliyan ve ji serhildan û şoreşên di dîrokê de pêk hatine cudatir e. Daxwaz û helwestên civakan, ji her demê zêdetir îdeolojîk e. Civak ji bo mafên xwe yên rewa, ji bo hebûna xwe, ji bo azadî û demokrasî serî hildan û li ber xwe didin. Di van serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêş dikeve, pêwîste gel xwe zêdetir rêxistin bike û li hember her cure êrîş parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Parastina xwe ya cewherî kirin, mafê herî rewa ya hemû zindiyane. Her wiha ji bo jiyan bi rêve birin mecbûriyetek bingehîn e. Ji bo vê jî pêwîste her ferdek vê civakê xwe û civaka xwe biparêz e. Lê pêwîste ev parastin yek alî nebe. Pêwîste civak xwe li dijî her cure êrîşên îdeolojîk, derûnî, çandî û dîrokî jî biparêz e. Di vê mijarê de jî rola herî sereke dikeve ser milê jin û ciwanan.”

TU ŞOREŞ BÊYÎ BERDÊL BI SER NEKETINE

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Hêmin Mergever anî ziman ku divê gel nûneriya vîna azad bike û wiha dewam kir, “Ji bo ku gel li ser axa xwe bi reng û çandên xwe yên neteweyî bijîn, pêwîste gelê Kurd, Fars, Beluc, Ereb û Azerî têkoşîna hebûnê xwe xurt bikin. Her wiha ji bo hevgirtinek xurttir, rêxistinbûneke berfirehtir pêwîst dike. Ev serhildan bi berdêlên giran heta roja îro hat, ji vir û pê ve jî wê beredewam bike. Tu şoreş bêy berdêl pêk nehatine. Lê ya herî girîng ew e ku, mirov xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkeve û armanca wan bide serkeftinê. Şehîd rûmeta mirovahiyê ne û pêwîste neyên ji bîr kirin. Paradîgmaya Rêber Apo wê van serhildanan bi serkeftinê tacîdar bike. Ji ber vê van serhildanan bi paradigmaya Rêber Apo bi rêve birin û rêxistinbûna xwe li gorî vê dîzyan kirin girîng e.”

FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ WÊ BIBE BINGEHA JIYANEK DEMOKRATÎK Û AZAD

Gerîla Hêmin Mergever di dawiyê de ev tişt got, “Wekî gerîlayên Kurdistanê baweriya me heye ku ev serhildanên bi felsefeya Jin Jiyan Azadî pêş ketin, ew ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibe bingeha jiyanek demokratîk û azad. Ji bo ku ev mîsoger bibe, pêwîste hemû şaneyên civakê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û van serhildana geştir bikin.”