Polîsên Tirk çalakiya malbatên girtiyan asteng kirin

Polîsên Tirk bi hinceta "qedexeya çalakiyan" çalakiya malbatên girtiyan asteng kirin. Malbatan gotin, "Çi dibe bila bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediya ne lê nayên berdan, ji bo cara 671'ê ya Nobeda Edaletê daketin qadan. Lê belê bi hinceta "qedexeya çalakiyan" a ku Walîtiya Amedê ji bo 7 rojan danî, çalakî ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr ve hate astengkirin.

Ji xizmên girtiyan xwişka girtî Hamdûsena Ada, Reşahat Ada nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da û got, "Em vê biryara walîtiyê şermezar dikin. Em ê daxwaza edaletê ya ji bo girtiyên bi nexweşiya giran li her derê bînin ziman. Vê hefteyê nebe jî em ê çalakiya xwe hefteya bê dewam bikin û bibin dengê girtiyên nexweş."

Xwişka girtiyê bi nexweşiya giran Abdulhalîm Kirtay, Herdem Mervanî jî diyar kir ku çalakiya wan çalakiyeke hiqûqî, wijdanî û însanî ye û got, "Daxwazên me diyar e, lê belê bi biryara walîtiyê hewl didin ku dengê me bibirin. Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin."