KONGRA-GEL: Em bi têkoşîneke bi heybet seferber bibin

KONGRA-GEL salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir, ku dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Kurdistanê hatiye. Ji bo vê jî bang kir ku bi têkoşîneke bi heybet seferber bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li hevalên li çiyê, zindanan, li welat û derveyî welat li ber xwe didin, li gelê Kurdistanê, dostên me yên li qadan ên enternasyonal û bi taybetî jî li malbatên şehîdan pîroz dikin."

KONGRA-GEL di şexsê Hakî, Mazlûm, Ferhat, Xêyrî, Kemal, Bêrîtan, Zîlan, Sara û Rûken de şehîdên PKK'ê, şehîdên li Zap, Avaşîn û Metînayê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em dibêjin êdî dema pêkanîna xeyalên şehîdan hatiye. Di sala 44’emîn a PKK’ê de ji bo me xemgînî û rexnedayîna herî mezin esareta Rêber Apo ye."

Daxuyaniya KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:

"PKK têkoşîna Rêber Apo ye û em niha salvegera 50'emîn pîroz dikin. Berî têkoşîna Rêber Apo dîroka Kurdistanê ji ber serneketin, têkçûn, teslîmbûn, xiyanet, bêhêvîtî û ji ber pişaftinê reş û tarî bû. Ji Kurdbûnê rev hebû. Têkoşîna Rêber Apo, qebûlnekirin û mudexale kirina vê rewşa gelê Kurdistanê ye.

'AVABÛNA PKK'Ê ROJBÛNA KURDÊN AZAD E'

Têkoşîna Rêber Apo; ji bo gelên Kurdistanê ji tarîtiyê derketina ronahiyê ye, ji tunebûnê derketina hebûnê ye. Bi PKK’ê gelê Kurd hat rêxistinkirin, hat perwerdekirin, şoreşeke civakî hate kirin. Hêvî û baweriya gel çêbû. Bi hezkirina gel û welat, ji bo azadiyê ruhê fedayitiyê, ruhê 'Kurdên azad' çêbû. Ji ber vê yekê jî rojbûna PKK’ê rojbûna 'Kurdên azad' e.

PKK partiya jinê ye. Jina Kurd, bi Rêber Apo û PKK’ê rastiya xwe nas kir. Bi şoreşeke civakî, bi bîrdoziya azadiya jinê, bi artêşbûn û partîbûnê, jina Kurd bû pêşengê şoreşa azadiya gelên Kurdistanê. Şoreşa jinê li Kurdistanê destpê kir, belav bû li Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê.

Bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê şoreşa azadiyê li Rojhilata Navîn de tevazûneke nû ava kir. Ji ber vê jî hêzên komploger bi esareta Rêber Apo dest li pêvajoyê werdan. Lê belê tevî vê jî nekarîn têkoşîna Rêber Apo û ya PKK'ê bidin sekinandin.

'BI MODERNÎTE Û NETEWEYA DEMOKRATÎK MÎLADEKE NÛ JI BO AZADIYÊ DESTPÊ KIR'

Rêber Apo bi paradigmaya azadiyê bersiva komplogeran da. Li hemberî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk, li hemberî pergela netewe dewletê bi pergala neteweya demokratîk ji bo jin, bawerî, gel, xweza û ji bo azadiya tevayî mirovahiyê mîladeke nû da destpêkirinê.

Bi Şoreşa Rojava re paradîgmaya Rêber Apo deng veda. Bi pêşengtiya jinê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi ol baweriyên cuda, bi hev re pergaleke demokratîk û azad ava kirin. Sedan sal e ji ber şerê desthilatdariyê yê navbera gel û baweriyan Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Lê belê li Rojava bi paradîgmaya Rêber Apo, bi pêşengtiya jinê, gel û baweriyên cuda bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava kirin.

'KONSEPTA LEŞKERÎ Û SIYASÎ YA DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ'

Dewleta faşîst a Tirk, bi têkçûna DAÎŞ'ê û serketina şoreşa Rojava, bi konsepteke şerê teknîk xwest têkoşîna gerîla bişkîne. Lê belê gerîla jî bi konsepteke nû konsepta teknîk a dewleta Tirk vala derxist û bê encam hişt. 

Konsepta dewleta Tirk ya eskerî- siyasî a li ser gelê Kurdistanê û li ser gerîla dimeşîne têk çû. Ji ber vê yekê jî bi çekên kîmyevî û şerekî qirêj dixwazin berxwedana gerîla bişkînin. Lê belê rexmê alîkariya NATO û PDK’ê jî rejîma faşîst nikare encam bigre.

'LI SER BINGEHA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ BI TÊKOŞÎNEKE HEYBET SEFERBER BIBIN'

Ji ber ku konsepta dewleta Tirk a siyasî û a eskerî ya dijî gelê Kurd û PKK’ê bê encam ma, girêdayî provakasyona Taksîmê ku plana wana bi xwe bû, bi êrişên 19’ê Mijdarê li ser Başûr û Rojava’yê Kurdistanê xwestin rojeveke li gorî xwe çêbikin. Em wek gel û dostên me baş bizanibin ku heta rejîma faşîst têk neçe, ev êrişên dijminane wê dewam bikin. Pêwîste em jî li ser bingeha têkbirina faşîzmê bi tekoşîneke heybet seferber bibin.

Gerîla bi berxwedaneke dîrokî û bê emsal, di 50’emîn sala têkoşînê ya Rêber Apo de, bi têkbirina rejîma faşîst a dewleta Tirk, azadiya Rêber Apo ji bo xwe esas girtiye. Têk çûna faşîzma AKP- MHP’ê, bi giştî ji bo hemû beşên Kurdistanê destpêka demeke nû ye. Bi têkçûna AKP- MHP’ê, xeta xiyanetê ya ku bûye seratana gelê Kurd jî yê çareser bibe.

'ÊDÎ DEMA AZADIYA RÊBER APO Û GELÊN KURDISTANÊ HATIYE'

Di 50’emîn sala tekoşîna Rêber Apo de, Tirkiya- Îran- Iraq- Surî her çar dewlet jî di nav krîzeke giran de ne. Paradîgmaya Rêber Apo jî di pêşengtiya jinê de bi duruşma jin- jiyan- azadî li Rojhilatê Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê de bûye hêvî. Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û demokrasiya herêmê, ji hemû deman zêdetir a naha derfet heye.

Ji ber vê yekê jî em dibêjin êdî dem dema azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê û demokrasiya gelan e. Di vê demê de wek gel û dostên me, pêywira me ya sereke ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo têkbirina faşîzma AKP- MHP’ê, ji bo li hemberî çekên kîmyewî ya dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê, pêwîste ji hemû deman zêdetir em niha seferber bibin. 50’emîn sala têkoşîna ya Rêber Apo û ya PKK’ê em bikin sala azadî û demokrasiya gelan.

Li ser vî esasî em car din Cejna Rojbûna PKK’ê li Rêber Apo, tevayî hevalan, gelên Kurdistanê û dostên enternasyonal re pîroz dikin, serketinê dixwazin."