PJAK'ê ji bo greva giştî ya Pêncşemê bang kir

PJAK'ê bal kişand ser êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li dijî serhildanê, bi taybetî jî yên li herêmên Kurdan kir û bang li hêzên û aliyên Îranî hemûyan kir ku xwedî li vê serhildanê derkevin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser dijwarbûna êrîşên dewleta Îranê yên li ser serhildana gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek da. 

PJAK’ê anî ziman ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ karî bibe raperîna herî mezin a Kurdistan û Îranê, hemû gelên Îranê li xwe kom kiriye.

PJAK'ê destnîşan kir, ku dewleta Îranê ji bo tolê ji gelê Kurd ku pêşengtiya raperînê dike hilde, rojên bihurî ji bo serkutkirinê dest bi êrîşên tund û qetilkirinê kiriye û got: "Dewleta Îranê êrîşên hovane kirin û di nava hefteya bihurî de zêdetir 50 ciwan şehîd kirin, dest bi pîlanên komkujiyên nû dike. Ji bo gelê Kurd van pîlanan têk bibe, pêwîstî bi piştevaniyeke xurtir a gelan, rêxistin, sendîka û partiyên seranserî Îranê heye."

'ROJA PÊNCŞEMÊ GREVA GIŞTÎ BIKIN'

PJAK'Ê êrîşên hêzên dewleta Îranê şermezar kir û wiha domand: "Em bang li gelan, sazî, dezgeh, sendîka, tevger, partî û her cûre tevgerên navxwe û derveyî Îranê dikin ku ji armanca piştgirkirina gelê Kurd parastina destketiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ roja Pêncşemê dest bi grevê bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin."

'PIŞTEVANÎ Û PALPIŞTÎ SERHILDANÊ XURTIR DIKE'

PJAK'ê got, "Ti şik û guman di wê yekê de nîne ku eger hemû sazî, dezgeh, saziyên civaka sivîl, hêzên azadîxwaz û demokrasiyê yên navxwe û derveyî Îranê rabin, wê bibe sedem ku serhildan xurtir bibe, hem wext bibe astengiyek mezin pêşiya kuştin" û wiha dewam kir, "Divê pîr û ciwan heta karker, mamoste, rewşembîr û hemû beşên civakê bi piştevaniya jinan û tevgerên azadîxwaz biherikin kolanan û piştevaniya Şoreşa Kurdistanê bikin. Greva giştî ya hemû beş û pêkhateyên cuda, palpiştî û yekrêziya seranserî, bi şêwazeke berbiçav wê serhildana gelan xurtir bike."

PJAK'ê destnîşan kir ku piştevaniyeke xurt a hemû civakê dikare zincîra sîstema stemkariyê bişkîne û rêya azadiya gelan veke û got: "Banga me ji bo hemû aliyên muxalefet ên Kurdî û Îranî ye ku bi erkê xwe yê mirovî, exlaqî û siyasî rabin, li gel komên nerazî helwesta xwe nîşan bidin û li ber hêzên rejîma rabin, bibin stûnek ku serhildan pişta xwe lê bigire."