KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sûîqestê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand. -
'Di fermanê de gelê Rojava ji bo Şengalê seferber bû, niha jî dor a me ye'
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir, ku xetereya li ser Rojava xetereya li ser Şengalê ye û got, "Divê em sala 2014'an ji bîr nekin, ku çawa gelê Rojava ji bo Şengalê seferber bû. Heman erk îro dikeve ser milê me." -
Nivîskar Elî Kerîmî: Hewl tê dayîn ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji rê bê derxistin -1
Nivîskar Elî Kerîmî destnîşan kir, ku çawa welatên rojava û lobiyên Îranê hewl dan Şoreşa 1979’an ya gelê Îranê ji rê derxîne, niha jî gelek hewldan tê dayîn ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ji rêya wê ya heqîqetî bê dûrxistin. -
'Dewleta Tirk wê nikaribe bi ser bikeve'
Rêber Roboskî ku li qada Karker a Zapê fermandarî dikir, beriya şehîd bikeve gotibû ku li hemberî êrîşên gengaz wê berxwedaneke mezin nîşan bidin û destnîşan kiribû ku dewleta Tirk wê nikaribe bi ser bikeve. -
Operasyona Şoreşgerî ya Gerîla: 49 dagirker hatin cezakirin, 17 çeper hatin rûxandin
Di çalakî û operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 17 çeper, 2 çekên A4, bombeavêjek hatin îmhakirin. Gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. -
Tahîr Elçî hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, li ber Minareya Çarling hate bîranîn. -
Gerîlayên HPG'ê: PKK bi 6 kesan destpê kir, niha bi mîlyonan kes li pey vê dozê ne
Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku PKK bi 6 kesan destpê kir, niha bi mîlyonan kes li pey vê dozê ne û gotin, “Di salvegera avabûna PKK’ê de pêwîste em rihê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.” -
Malbata Şenyaşar: Du sal in pêşiya edliyeyê bûye mala me
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di çalakiya Nobeda Edaletê de ye, diyar kir ku nêzî du sal in pêşiya edliyeyê bûye mala wan û bal kişand ser bêedaletiyê. -
Xelkê Qendîlê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Li quntarên Çiyayê Qendîlê, salvegera damezrandina PKK'ê ji aliyê gel ve bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Botanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada Deriyê Qaçê ya li herêma Kato Jîrka ya Botanê weşand. Di çalakiyê de 6 dagirker hatibûn cezakirin. -
Xelkê Şengalê: Her kes zane ku serketin a PKK'ê ye
Şêniyên Şengalê salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. Şengaliyan bal kişandin ser şerê giran ê li dijî dagirkeriyê û destnîşan kirin, ku her kes zane serketin a PKK'ê ye. -
27'ê Mijdarê li Geverê hate pîrozkirin
27'ê Mijdarê li gelek taxên Geverê ji aliyê ciwanan ve hate pîrozkirin. -
KCK'ê Fermandariya Biryargeha NPG'ê pîroz kir
KCK'ê ji ber çalakî û operasyonên şoreşgerî yên du rojên dawî, ku derbên giran li dijmin hatin xistin, Fermandariya Biryargeha NPG'ê pîroz kir. KCK'ê got, "Ev çalakiyên gerîla ji bo civata partiya me, gelê me û dostên me bûne moraleke mezin." -
Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê: Beriya her kesî divê em bi xwe li ber çekên kîmyewî rabin
Mamoste Roşna Cemal Mehmûd bi bîr xist ku çekên kîmyewî ji bo qirkirinê têne bikaranîn û bal kişand ser bandora wê ya demdirêj. Mamoste got, "Divê beriya her kesî em bi xwe li ber çekên kîmyewî rabin û bixin rojeva navneteweyî." -
Ji rojnivîska Şehîd Yilmaz Botan
Li qada ku em lê tune hatin hesibandin, gelek kiryarên bêexlaq û bêwijdan li me hatin ferzkirin. Lê belê me zanî bûn ku hêvî çiqasî hêja ye û namûs pîroz dît. Lewma ti carî em têk neçûn. Di 27'ê Mijdarê de me careke din serî hildan. -
Wê li hatina Zapê poşman bibin!
Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Cûdî beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wiha digot: Ji ber ku hatiye Zapê wê poşman bibe. Em ê nehêlin ku bi hêsanî bê vê derê. -
Li Qersê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Qersê sê kes ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin. -
Li Mexmûrê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 27’ê Mijdarê bi şahiyek bi heybet hat pîrozkirin. -
Gerîlayan 27’ê Mijdarê bi meşaleyan pîroz kir
Di dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê dikir de, gerîlayan salvegera damezirandina PKK’ê li çiyayên Kurdistanê bi agir û meşaleyan pîroz kir. -
Delîl Berfîn: Em bi biryar in ku vî şerî ber bi serkeftinê ve bibin
Ji fermandarên HPG'ê Delîl Berfîn 44’emîn salvegera damezrandina PKK'ê nirxand û got: "Hevrêyên me yên ku tevî hemû zehmetiyan li ber xwe didin û rê nadin dijmin, bi biryar in ku vî şerî ber bi serkeftinê ve bibin.” -
Li Colemêrgê 16 kes hatin destgîrkirin
Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever û Şemzînanê hêzên deweta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 16 kes hatin destgîrkirin ku 3 ji wan jin in. -
HPG: Di operasyonên şoreşgerî de 31 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di operasyon 3u çalakiyên şoreşgerî de yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hatin lidarxistin, herî kêm 31 dagirker hatin cezakirin. -
Li Binarê Qendîlê sala 45’an a PKK’ê tê pîrozkirin
Bi tevlîbûna sedan şêniyên Binarê Qendîlê sala 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê tê pîrozkirin. -
Li Mêrdînê bi ser gelek malan de hat girtin: 6 kes hatin destgîrkirin
Li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Hakkarî weşand, ku di encamê de 4 dagirker hatin kuştin.