HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi çekên kîmyewî dewam dike

HPG: Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Bi balafirên şer jî 9 caran, bi helîkopterên êrîşê 44 caran, bi obus, tank û çekên giran jî bi dehan caran bombardûman kir."

HPG'ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

22'ê Mijdarê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

22'ê Mijdarê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar. Piştî lêdanê, dagirker neçar man xwe bi astekê vekişînin.

22'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

22'ê Mijdarê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Êrîşê artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî:

22'ê Mijdarê saet di navbera 15:00 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Felat 5 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

22'ê Mijdarê saet di navbera 07:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Felat 8 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

22'ê Mijdarê Qada Girê Biharê, qadên Golka û Serê Metîna yên Metînayê û qada Sinînê ya Xakurkê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Amediyê û Girê Cûdî 44 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

22'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

22'ê Mijdarê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi kepçeyan hewl dan çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn hilweşînin."