Fûad Bêrîtan: Armanc demokratîkkirina Îranê ye, kes nikare pêşî li vê bigire

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, “Gelê me bi çalakiyên xwe yên demokratîk, însanî û exlaqî daxwaza mafên xwe dike. Tu kes nikare vî mafî ji destê gelê me bigire. Armanc demokratîzekirina Îranê ye.”

Serhildana gel a bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di meha sêyemîn de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi israr û biryardarî didome. Êdî serhildan gihiştiye astekê ku  bi kok bûye, lê bi rengekî eşkere xuya dibe ku serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ji bajarên Îranê gelek bingehîn û radîkaltir e. Arasteya vê serhildanê û armancên ku gel xistiye asoya têkoşîna xwe, mijarên girîng in ku van rojan bûye xema hemû civak û muxalefetê. Di vê çarçoveyê de Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan ji Servîsa Farsî ya ANF’ê re axivî.

Wek hûn jî dizanin di meha sêyemîn de serhildana gel berdewam dike, lê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji Şeno û Mahabadê heta Sine û Ciwanro gelek berfirehtir bûye. Lê rejîm rêbazê xwe yê qetilkirinê zêdetir didomîne. Li gorî we divê ev geşedan çawa bên nirxandin? Wê vebûnek hebe?

Di destpêkê de sersaxiyê ji malbatên şehîdên serhildanê re û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim. Tevgera Jin, Jiyan, Azadî di meha sêyem de berdewam e û em dibînin ku bi sedema birêxistinkirina çend salan û ezmûnên gelê Kurd di vî warî de, serhildana Rojhilatê Kurdistanê ji bajarên Îranê, heta Tehranê jî, zêdetir bi kok e. Ji roja 15’ê Cotmehê ve ku bi boneya salvegera serhildana Mijdara 2018’an serhildanên berfireh destpê kirine, liv û tevgera leşkerî ya rejîma faşîst a Îranê ber bi bajarên wekî Mahabad, Bokan, Sine, Ciwanro û hwd ve di çarçoveya stratejiya tepisandinê bi rengekî nedîtî zêde bûye. Rewşa Xurmabadê jî wisa ye. Dema ku rejîmê dît ku serhildana gel gihîştiye astekî bi hêz û domdar û cihê xwe yê rast a li qadan û kolanan ji nû ve girtiye, rejîmê zêdetir hest bi metirsiyê kir û dest bi van liv û tevgerên leşkerî û qetilkirinan kir. Em van kiryarên hovane yên faşîzma Îranê bi tundî şermezar dikin. Her kes, çi gelan, çi medya û çi jî welatan, bi çavên xwe dibînin ku piştî şoreşa sala 1979’an û derbazbûna 43 salan, rejîmê careke din dest bi mezintirîn liv û tevgera leşkerî ya dîrokî ji bo Kurdistanê kiriye. Bi rengekî çavsorbûyî hewl dide qonaxa tepeserkirinê veguherîne qonaxa zordestiya leşkerî ya tundtir ku me li Mahabad û Ciwanro dît. Her wiha ji bo gurkirina şerekî ji berê plankirî li herêma Başûrê Kurdistanê û derveyî sînorên xwe û ji bo peydakirina hincetekê ji bo zordariya leşkerî ketiye nava hewldanan. Piştî damezrandina PJAK’ê bi salan e ku Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên sipahê yên dagirker ve hatiye milîtarîzekirin, lê vê carê gelekî cuda ye.

Di vê rewşê de divê çi bê kirin û rêyeke çawa li pêşiya gelê Kurd heye?

Rewş ji aliyê rejîmê ve xirabtir bûye. Gelê me bi çalakiyên xwe yên demokratîk, însanî û exlaqî daxwaza mafên xwe dike. Tu kes nikare vî mafî ji destê gelê me bigire. Armanc demokratîzekirina Îranê ye. Dema ku nîqaş li ser pêkhatina serhildaneke radîkal û rûdana şoreşeke mezin be, wê demê pêwîstî bi berdêlên madî û manewî heye. Gelê me bi dayina dehan şehîdan berdêlên mirovî jî daye. Bi pêşkêşkirina şehîdan û fedekariya jin û ciwanan, di meha sêyemîn de şev û roj destketiyên ku rêya serhildanê ya êdî nikare paşve bê vegerandin ava kirin. Zû yan dereng wê gelê me berdêla van têkoşînan bidest bixe. Lê ev nêzîkatiyên rejîma faşîst heta bi asta qetilkirina ciwanên Mahabad û Ciwanro ji aliyê tu kesî ve nayê qebûlkirin. Em ji bo şoreşê hatine serê çiyayan û fedayiyên gelê xwe ne, lewma ez bi eşkere ji dijminên gelê me re dibêjim ku ji vê zêdetir sebir û hêza gelê Kurd û tevgera azadiyê neceribînin. Em ne ew gel in ku destên xwe deynin ser çokên xwe û di nava bêçaretiyê de li tunekirina xwe temaşe bikin. Jixwe sînorê qetilkirin, zilm û zordestiyê jî heye. Gelê me amade ye pêşî li vê zilmê bigire. Ji ber vê yekê divê dijmin ji wê rojê bitirse ku dor li dijî wî vegere û gel hîn bêhtir li dijî wî derkevin.

Em bi kûrahî bi hêza mirovan a afirandina guhertinên bingehîn bawer dikin. Em tevgereke wisa nin ku em çi bêjin em di pratîkê de dikin. Me sond xwariye ku weke fedayiyên gelê xwe em ê azadiya hemû gelên Kurdistanê pêk bînin. Asteng çiqas mezin bin jî em ê bi ser bikevin û rojekê em ê vê serhildanê bigihînin armanca wê. Îro serhildana gelê me pêşengî dike, lê di demeke nêz de her kes wê bibe beşek ji wê serhildanê.

Li gorî we çend aliyên cuda beşdarî vê serhildanê bûne?

Bi giştî, sê kategoriyên cûda wekî desthilatdarî û tevger tê de cih digirin. Yekem: Gel û beşek ji muxalefeta demokratîk ku ji dil li mafên xwe yên xwezayî digerin. Duyem: Çend tevgerên ku dixwazin şoreşê ji bo armancên xwe û desthilatdariyê bi kar bînin û ya sêyem jî sîstema faşîst e ku hewl dide şoreşê bitepisîne. Ev her sê alî bi hev re di nava germahiya vê serhildanê de şer dikin. Taybetmendiya hemû şoreşên mirovahiyê ev e. Di serî de serhildanên îroyîn, serhildan hem li seranserê Îranê û hem jî li Rojhilatê Kurdistanê nasnameya hêzan ji hev paqij dike. Şoreşa rasteqîn ji aliyê hêzên rast û durust ve tê kirin. Ya ku xwezayî û bi gel re be ji aliyê gel ve tê ecibandin, heke ne wisa be wê bê avêtin. Di meha sêyem a serhildanê de rûyê hinekan derketiye holê û heta astekê ref hatine zelalkirin. Heta asta kêrhatiyan jî hatiye pîvandin. Ji ber wê sibe wê hêsantir be û hemû pirsgirêk ji bo sibeya azadiyê komê ser hev nebin. Stratejiya me ya KODAR’ê ew e ku em bi yên berjewendîxwaz re lihev nakin û qebûl nakin, lê em li hember partî, rêxistin û kesayetên ku ji me cuda difikirin, lê ne dijminên me ne, rêbazên demokratîk esas digirin. Em rêzê ji polîtîka, îdeolojî û ramanên cuda re digirin, lê em polîtîkayên dijminane yên ku dixwazin hêzên rast û gel ji holê rakin, qebûl nakin. Xweseriya serhildana gel herî zêde alîkariya me kir ku em di kategorîzekirina tevger û hêzên heyî de bi hêsanî tevbigerin.

Ciwan li kolanan şer dikin, bazarên bajêr van rojan bi temamî dest bi grevê kirine. Yek ji hewldanên xweber jî girêdayî çalakiyên oldaran e. Hûn daxuyaniya hevbeş a meleyên Kurd ên li bajarên cuda yên bi komên ji dehan kesî ve pêk hatin çawa dinirxînin?

Di hefteya dawî de bazarên bajarên rojhilatê Kurdistanê baş xwe nîşan dan û erkên xwe bi cih anîn. Zanîngeh çalaktir bûn. Li bajarên herêma Mokriyan, Sine, Dêwulan û Merîwanê komek meleyên Kurd ên bi xîret weke nûnerên Îslama gelêrî ku li dijî Îslama siyasî ya rejîma faşîst xwedî xeteke cuda ne, daxuyaniyên giranbiha dan. Bi taybetî melayên Sine xwestin ku dawî li zilmê bê û referandûm bê kirin. Ev hewldan gelek hêja ne û temamkerê serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê ne. Rojekê ev serhildana netewî-demokratîk û ev tevgera giranbuha ya meleyên Kurd wê ji her demê zêdetir bi gelê Îranê re bibe yek. Daxwazên meleyên Kurd bi tevahî gelêrî ne.

Ev çend roj in artêşa Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anîn. Di 20’ê Mijdarê de jî çeperên gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Çiyayê Asosê bombebaran kir. Çi planên van welatan hene ji bo têkbirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd? Bi taybetî Îran jî fûzeyan dibarîne û bê navber gefên êrîşa bejayî dike?

Rejîma Îranê yek ji rêyên rizgar kirina xwe ji serhildana gel a li hundirê welat, şerkirina li dervey welat dibîne. Hem Tirkiye û hem jî Îran ji destpêka şerê Sûriyê ve gelek caran ev rêbaz dubare kirine. Belkî encamên qismî bi dest xistine, lê serketineke bingehîn bi dest nexistine. Ji aliyê din ve weke sala 2017’an li dijî gelê Kurd lihevkirinek din pêk anîn. Pir zêde pêdiviya wan bi hebûna hev heye, lê nakokiyên wan ewqas kûr in ku tîra wan li kevir dikeve. Niha Îran li Tehran, Bexda û Şamê bi girêkên kor ên mezin re rûbirû ye. Li herêma Kurdistanê tu bernameya ku bixwaze nikare pêk bîne. Êrîşa li ser hin partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne mijara sereke ye, di esasê de pêwîstiya lezgîn a rejîmê bi careke din dagirkirina Kurdistanê heye. Pêdiviya Tirkiyeyê jî bi vî rengî heye. Ger her du welat şerên xwe yên derveyî sînor rawestînin wê rûbirûyê hilweşînek mezin bibin. Her çiqas Tehran bi berdewamî gefa dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dixwe, lê ji encamên wê yên nebaş ên dema pêş a nêzîk ditirse. Ji sala 2014’an ve bi giştî û ji sala 2015’an ve bi taybetî, Tirkiye şerên xwe yên li derveyî sînor ên li dijî parçeyên Kurdistanê didomîne.

Peyama we çi ye?

Ev şoreş ji aliyê gel bi xwe ve hatiye destpêkirin. Divê li seranserê Îranê berdewam be. Di qonaxa niha de ku ketiye meha 3’yan, erka sereke hîn jî li ser milê gel e, lewma divê ji heft heta heftê salî gel serhildanê bidomînin. Tenê berdewamiya serhildanê dikare hemû komên di nava serhildanê de ne ji metirsiya ji nû ve tepisandinê ya rejîmê rizgar bike. Rawestandin ne tenê wê bibe sedema çewisandinê, belku metirsî wê ji vê jî mezintir bin. Em KODAR ji piştevaniyê wêdetir em ê li beramberî şehîdan û gelê xwe erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk bînin. Rêbaza têkoşînê ya tevgera me ya Apoyî fedayîtî û têkoşîna pratîkî ye, ne tenê çavdêrîkirin e. Her kes wê rojekê bibîne ku em ê bibin layiqî xizmeta gelê xwe.