HPG: Her kêlî bi berxwedanê hûnandin

HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn li djiî êrîşên dijmin di her kêliyê de li ber xwe dan û ked û hewldaneke bêhempa dan."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev daxuyanî da:

"Berxwedana me ya destanî ya li dijî dagirkeriyê, ku her roj lehengiyên mezin lê rû didin û wê di dîroka azadiyê ya Kurdistanê de weke dema herî hêja bê bîranîn, bi pêşengiya hevrêyên me yên hêja yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bênavber dewam dike. Planên dagirkerî û qirkeriyê yên dijmin li Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Şikefta Birîndara, Girê Cûdî û Girê Hakkarî li berxwedana dîrokî ketin û pengizîn. Berxwedana ku şehîdên me yên leheng pêşengî jê re kirin, her carê derbên giran li dijmin xist û kir ku dijmin li qadên ku hewl dide dagir bike, bixitime. Berxwedana dîrokî ya li Metînayê jî ku fermandara me ya pêşeng Sema Eylul û hevrêyên me Arjîn, Lîlav û Avaşîn pêşengî jê re kirin, planên dijmin ên li ser herêma Metînayê têk bir. Li dijî êrîşên dijmin hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn di her kêliyê de li ber xwe dan, bi baweriya bi rola ji taktîka gerîlayên serdema nû ya bi tîmên gerîla yên bi tevger, ji bo xurtkirina van tîman ked û hewldaneke bêhempa dan. Van hevrêyên me yên hêja bi tîmên bi tevger li dijî dijmin gelek çalakî kirin û wezîfeya xwe ya demê bi serketî bi cih anîn. Em hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn dewrî me kirin, bi rengekî ku hêjayî berxwedana wan be bigihînin serketinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sema Eylul
Nav paşnav: Fatma Marangoz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayşe-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2022 / Metîna

Nasnav: Arjîn Cûdî
Nav paşnav: Zeynep Dal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sureyya-Bedrî
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2022 / Metîna

Nasnav: Lîlav Jînda
Nav paşnav: Lîloz Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Cîhan-Amed
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Metîna

Nasnav: Avaşîn Zagros
Nav paşnav: Medrîka Besravî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Salîha-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2022 / Metîna

SEMA EYLUL

Hevrêya me Sema li navçeya Çermûg a Amedê li nava malbata me ya Marangoz a hêja ji dayik bû. Malbata Marangoz ku beriya îlana fermî ya partiya me PKK'ê Apoyî nas dikir û tevkariyên mezin li têkoşîna azadiyê kir, li Amedê di pêvajoya girseyîbûna têkoşîna me de kedeke mezin da. Têkoşîna hevrêyê me Şehîd Ahmet Marangoz (Îlhan) ku kadroyê partiyê bû û 19'ê Tîrmeha 1981'ê li Amedê şehîd bû, ji aliyê hevrêyê me Şehîd Mûstafa Marangoz ve hate dewamkirin. Hevrêyê me Şehîd Mûstafa Marangoz jî weke milîtanekî pêşeng ê gel li Amedê bû yek ji mîmarên berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û di Berxwedana Sêwerekê de bi roleke çalak rabû. Hevrêyê me Şehîd Mûstafa Marangoz sala 1981'ê derbasî Fîlîstînê bû û di dema êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser Lubnanê de sala 1982'an bi lehengî şer kir, li Qalat eş Şaqif (Keleha Arnon) ku biryargeha Selahattîn Eyyûbî bû, tevî 8 hevrêyên me şehîd bû. Malbata me ya Marangoz ku piştî Rêber Apo dest bi meşa azadiyê kir Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, tevlî bû û şehîd da, bi taybetî bû hedefa dewleta Tirk a dagirker û zext, êşkence û terora girtinê lê hate kirin. Malbata me ya hêja tevî van êrîşan jî bi paşve gav neavêt û sala 1996'an neçar ma ku koçî Elmanyayê bike. Hevrêya me Sema tevî xwişka xwe Şehîd Berçem bi hesreteke mezin a xaka Kurdistanê û Amedê bû û bi vê hesretê mezin bû. Hevrêyê me Berçem û Sema tevî ku dûrî welêt mezin bûn, ti carî ji têkoşînê dûr neketin. Li benda wê rojê man ku hesab ji dewleta Tirk a mêtinger bipirsin û xwe li gorî wê amade kirin. Li Elmanyayê bi rengekî çalak tevlî kar bûn. Hevrêya me Berçem ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate kirin, di sala 2000'î de tevlî nava refên têkoşînê bû. Li Elmanyayê du salan kar kir û sala 2002'an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêya me Berçem ku li gelek qadan kar kir, bi îdîa û armanceke mezin berê xwe da Amedê. Ji sala 2006'an û pê ve weke Fermandara YJA Starê li Amedê bi roleke çalak rabû. Di sala 2010'an de tevî 4 hevalên xwe yên jin şehîd bû.

Hevrêya me Sema mîna hevrêya me Berçem ti carî qebûl nekir ku li sirgûnê, dûrî xaka pîroz a Kurdistanê bijî. Hevrêya me ku partî ji zarokatiyê ve nas kir, xwedî li mîrateya şehîdên me derket û ji bo têkoşînê xurtir bike kete nava hewldanan. Di temenekî ciwan de vegeriya welat û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Sema piştî hevrê Şehîd Berçem sala 2003'an berê xwe da çiyayên qedîm ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Sema ku bêteredût tevlî xeta Rêber Apo bû, bi xaka pîroz a Kurdistanê re bû yek ku timî bi hesreta wê bû û di nava têkoşînê de bû şopdara xeta şehîdan. Hevrêya me Sema bi moral û coşeke mezin tevlî nava jiyanê bû, bi hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên şoreşê bû û timî ji xwe re kir esas ku her wezîfeyê bi ser bixîne. Her tim li ber kêmasiyan rabû, xwedî li nirxên partiyê derket û timî hewl da ku van nirxan mezin bike. Li ser Parêznameyên Rêbertî kûr bû, bicihanîna vê yekê ji xwe re kir navenda jiyana xwe û li her qada ku lê bû, bû milîtaneke mînak a xeta azadiya jinê. Di gerîlatiyê de li Qendîl, Xinêrê, Heftanîn û gelek qadên din pratîkeke serketî kir. Li Şengalê piştî ku êrîşa qirkirinê li ser gelê me yê Êzidî destpê kir, ji bo parastina hebûna gelê me derbasî Şengalê bû û tevî hevrêyên xwe li dijî çeteyên dagirker şer kir. Hevrêya me Sema ku li ser xeta PKK û PAJK'ê xwe kûr kir û li ser îdeolojiya Rêbertî serwext bû, weke şopdareke kevneşopiya Çapemeniya Azad a Halîl Dagan demekê karên çapemeniyê kir. Ji bo şer û jiyana gerîlayên azadiya gelê me yên li çiyayên Kurdistanê li dîrokê qeyd bike, qad bi qad geriya, kedeke mezin da û her karê ku kir, bi ser xist. Hevrêya me Sema ku bi qasî qada îdeolojîk li qada leşkerî jî xwedî îdîayeke mezin bû, di demeke kurt de gelekî bi pêş ket û bû fermandareke YJA Starê ya li ser rê û rêbazên dema nû serwer bû. Hevrêya me Sema ku bi felsefeya Rêber Apo azad bû û bû pêşeng, bû şervaneke bi bandor û fermandareke mînak a şerê me yê dîrokî yê li dijî dagirkeran. Hevrêya me Sema hreî dawî bi erka fermandariya herêmê derbasî Metînayê bû, di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de kedeke mezin da û kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bê xistin. Hevrêya me Sema ku bi xurtî bi Rêber Apo, gelê me û hevrêtiya pîroz a PKK'ê dilsoz bû, her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir û heta şehadetê têkoşîneke bêhempa meşand. Jiyan û tevlîbûna hevrêya me Sema ya bi dilsoziya xeta şehîdan, rêbaza wê ya şer wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bê biserxistin.

ARJÎN CÛDÎ

Hevrêya me Arjîn li navenda serhildan û berxwedanê ya Botanê li Cizîrê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Êrîşên bêrehm ên li dijî gelê me zû nas kir û li dijî dewleta Tirk a dagirker bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerîna ji bo têkoşînê, li Cizîrê di nava çanda berxwedanê de mezin bû û bû xwedî karaktereke berxwedêr. Mejiyê serwer ê sîstemê ku jinê tune dihesibîne, di kesayetiya dewleta Tirk a faşîst de nas kir, weke jineke Kurd a bi rûmet her tim hewl da têkoşînê bilind bike. Hevrêya me di vê pêvajoyê de partiya me PKK ji nêz ve nas kir, kete bi bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinê. Xwişka wê Bêrîvan Cûdî sala 2013'an tevlî nava refên têkoşînê bû û sala 2018'an di berxwedana rûmetê ya dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de li Efrînê şehîd bû. Vê yekê kir ku hevrêya me Arjîn hîn bêhtir tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd, hevrêya me Arjîn sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke bi rûmet û azad di ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû, bi kesayetiya xwe ya kedkar û enerjiya xwe di demeke kurt de gelekî bi pêş ve çû. Her ku hevrêtiya PKK'ê nas kir, bêhtir pê ve hate girêdan û ji bo xurtkirina têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz her tim hewl da, bi tevlîbûna xwe ya ji dil di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirinê û hurmetê. Hevrêya me di pêvajoya têkoşînê de her kêliyê xwe bi pê ve bir û tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir. Perwerdeyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk bi serketî temam kir û weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza li gelek qadan kar kir, pratîkeke mînak nîşan da. Hevrêya me Arjîn ku ji refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê bêteredût li ser xeta PKK û PAJK'ê meşiya, xwe bi felsefeya Rêber Apo xemiland û kete nava têkoşîneke bêrawestan. Hevrêya me ji bo serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê me bi biryardarî û îradeyeke xurt kar kir, di demeke kurt de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind kir û her tim israr kir ku li eniyên pêş cih bigire. Hevrêya me Arjîn li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger li herêma Metînayê tevlî gelek çalakiyan bû, di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de bi roleke bi bandor rabû. Bi têkoşîna xwe bû milîtaneke hêja ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateyeke xurt a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.

LÎLAV JÎNDA

Hevrêya me Lîlav li yek ji navendên berxwedana Rojava li Qamişloyê ji dayik bû, li nava malbateke me ya welatparêz mezin bû ku gelek ferdên wê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Piştî ku Rêber Apo derbasî Rojava bû, partiya me PKK nas kir û bi hemû derfetên xwe piştgirî da têkoşîna me. Hevrêya me Lîlav jî li nava malbateke bi vî rengî mezin bû û têkoşîna azadiyê zû nas kir. Şînbûna fikrên azadiyê yên Rêber Apo bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bandoreke mezin li hevrêya me Lîlav kir. Hevrêya bi çalak tevlî nava pêvajoya şoreşê bû, kedeke mezin da, bi berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DÂIŞ'ê, mîsyona pêşengiyê ya jinên Kurd dît. Di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de şehadeta hevrêyên me Hebîb û Rodî ku xizmên wê bûn, bandor lê kir û ji bo tola şehîdan hilîne biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêya me fêhm kir ku ji bo gelê Kurd bibe xwedî paşerojeke azad divê Kurdistan bi temamî azad bibe. Sala 2017'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me Lîlav perwerdeyên xwe yên bingehîn ên gerîlatiyê bi serketî qedand, li Garê, Heftanîn û herî dawî li Metînayê pratîkeke serketî meşand. Li Heftanînê tevlî berxwedana xurt a gerîla bû û piştî tecrûbeyeke mezin wergirt derbasî herêma Metînayê bû. Bi hostatiya xwe ya ji aliyê leşkerî ve di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de cihê xwe li refên hreî pêş girt û têkoşîneke xurt meşand. Hevrêya me Lîlav ku milîtaneke leheng a xeta Rêbr Apo û PAJK'ê bû, hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve timî hewl da xwe bi pêş ve bibe.

Bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê û kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar re, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Li her qadê bi mîsyona pêşengiyê rabû. Di dema êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Metînayê de cihê xwe li refên herî pêş girt û ji hevrêyên xwe hemûyan re bû hêz û çavkaniya moralê. Bi kesayetiya xwe ya milîtaniya Apoyî nirxên partiyê parast, bi xeta şehîdan re dilsoz ma û mîrateya têkoşînê ya ku ji hevrêyên xwe re hiştiye wê rêya me ronî bike.

AVAŞÎN ZAGROS

Hevrêya me Avaşîn di malbateke welatparêz de hat dinê. Ligel ku siyaseta înkar û îmhayê ya rejîma Baasê didomiya jî, ew ji cewhera xwe qut nebû û bi xwedîderketina li nirxên Kurdistanî dest ji têkoşînê berneda. Rêhevala me li Kobanê ya ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê serî netewand û bi têkoşîna xwe hêviya azadiya gelên bindest xurt kir, mezin bû. Hevrê Avaşîn bû şahida Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd û wê jî bi awayekî aktîf di nav şoreşê de cih girt. Hevrêya me Avaşîn ku di nava têkoşîna gelê me yê Rojava de cih girt, bêyî ku ji azadiyê tawîz bide li ber xwe da. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a faşîst wê têkoşîna xwe domand.  Rêhevala me Avaşîn, dît ku gelê Kurd bi têkoşîna gerîla ya di pêşengiya PKK’ê de pêş ketiye dikare bigihêje azadiya rast û di sala 2017'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Avaşîn ku li çiyayên bi heybet ên Kurdistanê ku her tim lê meraq dikir, dema tevlî nav refên gerîla bû, ew bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Rêhevala me Avaşîn a ku li ser esasê hînbûna her tiştî û bi kesayetiya xwe ya lêkoler xistina pratîkê de, bi lez û bez hînî jiyana gerîla bû. Rêhevala me yê ku bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê li derdora xwe baweriyek xurt diafirîne û ev bawerî vala dernakeve, hevrêtiya hevrêyên xwe kir navenda jiyana xwe. Rêhevala me ya ku ji bo kûrkirina felsefeya Rêber Apo û xeta jina azad de, xwe her tim perwerde kiriye û bûye xwediya tarzeke hînker û pêşvebir. Hevrêya me Avaşîn a ku li qadên cuda çalakî li dar xist, çû herêma Metîna û tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bû. Wê di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de cih girt. Rêhevala me Avaşîn ku bi kesayeta xwe ya milîtantiyê hêz da pêngavê û li ser xeta şervanan meşiya û bi hevalên xwe re li pêşiya dagirkeran bendeke mezin ava kir. Hevrê Avaşîn bi tevlîbûna xwe ya di nava jiyan û şer de ji hevalên xwe re bû mînak. Heverê Avaşîn di jiyana xwe ya têkoşînê de her dem xwedî li nirxên pîroz ên şehîdên me derketiye û ji bo bilindkirina van nirxan her dem ked daye. Wê meşa şoreşger a hevrêya me ji aliyê me ve her dem bêyî fikar were şopandin. 

Hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn yên ku bi baweriyeke kûr xwedî li felsefeya azadiyê ya jinan a Rêber Apo derketin û di berxwedana dîrokî de ya ku bi pêşengiya YJA Starê tê kirin şehîd bûn. Malbatên hêja yên hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn di serî de, em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."


          [album=18034]