Di çalakiya ji bo Roboskî de bertek nîşanî qirkirina siyasî dan

Di çalakiya meha 155’an a Komkujiya Roboskî de operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

ÇALAKIYÊN ROBOSKÎ

Însiyatîfa Edaletê bi wesîleya 155’emîn meha Komkujiya Roboskî li kolana Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiya ku pankarta "Roboskî careke din na” hat vekirin de yek ji endamên Însiyatîfê Tanju Gunduzalp axivî û got, "Ev 4 hezar û 719 roj in em rastî neheqî, bêhiqûqî û necezakirinê ya desthilatdariyê û darazê tên. Pergal 13 sal in kesên Komkujiya Roboskî kirine vedişêre û 155 meh in nayên cezakirin. 674 hefte ne malbatên windayan ji bo Roboskî li edaletê digerin. Edaleta ji bo Roboskî; tê wateya aştî, ne şer û jiyana hevpar."

Gunduzalp bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û wiha domand: “Em ji bo parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan û xwendekaran bang dikin û dibêjin bila zextên darazê yên li ser rojnamevan û komên mûxalîf bi dawî bibin. Şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim û Pulurê yên ku bi dengê gel hatine hilbijartin, datin desteserkirin. Em ji polîtîkaya qeyûm a ku azadiya hilbijartin û hilbijêran ji holê radike re dibêjin na. Heta ku Komkujiya Roboskî jî di nav de edalet pêk neyê, ne edalet û ne jî aştî nayê Tirkiyeyê. Komkujiya Roboskî me ji bîr nekir, em ji bîr nakin, em ê nehêlin hûn bidin jibîrkirin.”