HPG: 6 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran jî Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombardûman kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 6 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi eçkên kîmyewî bombardûman kir. Di heman demê de 4 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21'ê Mijdarê saet di navbera 12:00 û 15:00 de li Çemçoyê dagirkeran hewl dan bikevin çeperên şer ên li Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man xwe bi astekê vekişînin.

21'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin ku dar dibirîn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

21'ê Mijdarê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

21'ê Mijdarê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

21'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên Şehîd Yûnûs, bi sabotajê du çalakî hatin kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

21'ê mijdarê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

21'ê Mijdarê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger li helîkpoterên Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe deynin qadê. Bi derbên hêzên me re helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

21'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên Şehîd Yûnûs 4 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ên Şehîd Botan 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên Şehîd Felat carekê û li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar çeperên şer ên li Şehîd Êrîş carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

21'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên Şehîd Felat 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar çeperên şer ên Şehîd Êrîş 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

21'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Sacayê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

21'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 32 caran bi helîkpoterên êrîşê hatin bombekirin.

21'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Saca, Çemço, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, hawan, tank, çekên giran hatin bombekirin.

21'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê artêşa Tirk a dagirker hewl dan çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn bi kepçeyan hilweşîne."