Jendirmeyan di nezaretê de êşkence li 4 zarokan kir

Li Wêranşara Rihayê bi hinceta ku alaya dibistanê danîne, 4 zarokên 16-17 salî hatin destgîrkirin. Di qereqola jendirmeyan de êrîşî zarokan hate kirin.

Li Dibistana Navîn a Taxa Cendeleyê ya Wêranşara Rihayê bi hinceta ku alaya Tirk daxistine, zarokên bi navê M.S.A., E.A., A.A.û B.A. yên 16-17 salî hatin destgîrkirin û ev zarok birin qereqola jendirmeyan. Zarokê bi navê B.A piştî îfadeyê hate berdan û her sê zarokên din birin edliyeyê. Piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi hinceta ku ‘alametên serweriya dewletê biçûk xistine’ bi daxwaza girtinê zarok sewqî Hakîmtiya Ceza ya Sulhê kirin. Hakîmtiyê her sê zarok bi şertê kontrola edlî berda.

Zarokan di îfadeyên xwe yên hakimtiyê de diyar kirin li taxê û qereqola jendirmeyan, leşkeran êşkence li wan kirine û gilî kirin.

Zarok çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê rapor stendin.