Dîmenê helîkoptera ku li Metînayê hate xistin

Gerîla TV dîmenê helîkoptereke dagirkeran weşand ku di 4'ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê gerîla ve hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"4'ê Îlonê saet di 23:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, ku ser bi herêma Metînayê ve ye, helîkopter geriyan. Tîmên me yên bi tevger li helîkoptereke Skorsky xist, ku hewl dida hêzên xwe li qada berxwedanê dayne. Helîkoptera ku derba giran ji hêzên me xwar, agir pê ket, nekarî bi hewa bikeve û li cihê lê bû îmha bû."