4'ê Nîsanê li Başûrê Kurdistanê bi çandina daran hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi çandina daran hate pîrozkirin.

Li bajarokê Kelar ê îdareya Germiyanê bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û daxuyanî hat dayîn. Pîrozbahiya li Kelarê ji aliyê Tevgera Azadî, Ciwanên Welatparêz û RJAK’ê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de bi boneya 74 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 74 şitlên daran hatin danîn.

Bi heman şêweyê bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Hewar a parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna welatî, partî û rêxistinan 74 şitilên zeytûnan hate çandin. Heman merasîmê de bi dirûşmeya ‘Bijî Rêber APO’, Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Her wiha ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê û Komîteya Azadî ji bo Ocalan ve daxuyanî hate dayîn.

Doh bi şev li Parka Kelar a Giştî ya li bajarokên Kelar a navenda îdareya Germiyanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bi boneya pîrozkirina, 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li darxistin û 4’ê Nîsanê pîrozkirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li bajarok Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê belav kir û wiha ragihand: “Em vê rojê weke rojbûna xwe û hemû mirovahiyê dibînin. Daxwaz ji gelê xwe dikin ku li beramberî sîstema êşkenceya Îmraliyê, têkoşîna xwe hîn zêdetir mezintir bikin.”

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Komîteya Azadî ji bo Ocalan bi bi dirûşmeya ‘Bijî Rêber APO’, Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêxistina meşaleyan 4’ê Nîsanê pîrozkirin. Bi meşaleyên ku hatine pêxistin hilkişiyan Şkefta Hezarmerd û piştre daxuyaniyek hevbeş ji aliyê RJAK û Komîteya Azadiyê ve hate dayîn û wiha hate ragihandin: “Gelê Kurd roja 4’ê Nîsanê wek rojbûn û bilindbûna xwe bi nav dikin.”