Milîsên HBDH'ê li Wanê meşeke bi meşaleyan lidar xistin

Milîsên Halît Ozdaşli yên HBDH'ê ragihandin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teqandina fîşekên hewayî û bimeşekê pîroz kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Milîsên me ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî lidara xistin û li Wanê li qadan bûn."

Hate ragihandin ku şeva 3'ê Nîsanê li taxa Xaçortê daketin qadan, lastîk şewitandin, meşiyan û rê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi fîşekên hewayî û dirûşman rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di heman demê de sîstema tecrîd û tunekirinê ya li zindana Îmraliyê hate şermezarkirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyên milîsên me da."