'Rêber Apo yekan e hêza ku cîhanê biguherîne ye’

Li Silêmanî bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî semînerek li ser hêz û felsefeya Abdullah Ocalan hate dayîn. Di semînerê de hate gotin ku Ocalan yekan e hêza herî xurt a guherîna sîstema cîhanê ye.

Bi pêşentiya Komîteya Azadî ya Ocalan û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi sernavê ‘Rojbûna Rêber Apo bû bingehê jiyana azad û serbilindî mirovatiyê’ li Salona Xak bi tevlîbûna dehan kesayet, rewşenbîr, siyastmedaran semînerek hate dayîn.

Li salona semînerê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd û şehîd Viyan û Sakîne Cansiz jî li beşdarvanan hate belavkirin.

Semîner ji aliyê Mamoste Mihemed Bekir ve hate dayîn. Berî semîner destpê bike ji bo ruhê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

‘DI DEMEKÊ DE HATE DINÊ HEMÛ CÎHAN DI NAVA KRÎZÊ DE BÛ’

Mamoste Mihemed Bekir, destpêkê bal kişand ser qonaxa jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di demek welê de Rêber Apo hate dinê ku mirovahî di nava krîzên mezin û kûr de bûn. Sîstema du qutub cîhan xistibû rewşeke pir tengezar û aloz. Di vê demê de Rêber Apo hate dinê, ya li vir girîng ew e ku Rêber Apo çawa jiya? Çawa bû Rêberek wiha mezin. Çawa bû bersiva jiyanê. Felsefeya wî ya ji bo jiyan, şer, aştî çi bû. Ev pir girîng in.”

‘RÊBER APO YEKAN E HÊZA GUHERÎNA SÎSTEMA CÎHANÎ YE’

Bekir bal kişand ser raman û felsefeya Ocalan û got: “Ew ên ku tezên Rêber Apo nivîsandî û pêşkêşî mirovahiyê kirî eger fam nekin, li ser kûr nebin; jidayikbûna wî jî fam nakin. Wate bidinê jî; lê zehmete fam bikin. Îro li cîhanê bi milyonan mirov Ocalan weke hêzeke guherîner ne tenê li Kurdisatan û herêmê belkû li cîhanê bike dibîne. Xwedî wê hêzê ye ku sîstema cîhanê biguherîne. Ew ên rêber û şopdarên felsefeya Rêber Apo ne, bi ruh û can li ber xwe didin, gelek zanyar û fîlozofên cîhanî jî hene diyar dikin ku di vê qonaxê de yekane kesê guherînê bike, Rêber Apo ye. Avakirina sîstemeke nû ya cîhanî li ser destê Rêber Apo pêkan e.”

‘FELSEFEYA RÊBER APO BÛYE JIYANA BI MILYONAN KESÎ’

Mamoste Bekir anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd bi avakirina PKK’ê dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ hebûn ava kir û wiha pêde çû: “Felsefeya Berxwedan Jiyane bûye jiyana bi milyonan kesî. Li ser vî bingehî amadeye ruhê xwe bibexşîne. Rêber Apo bi avakirina PKK’ê heval Zîlan ava kir, şerê Gel ê Şoreşgerî ava kir. Egîd ava kir. Artêş avakir. Sîrwan, Viyan û Helmet ava kir. Ev hemû berhemên avakirina PKK’ê ne.”

Piştî semînerê bi nirxandinên beşdarvanan dawî bû.