ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

*Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir û got: "Hevrê Fûat ji bo ku PKK'ê bigihîne vê astê gelek hewl da. Ji ber vê yekê îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye."

*Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê Şîlan Emînoglu diyar kir ku jin dikarin bi yekîtiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin û got, armanca wan konfederalîzma jinan e.

*Endamê berê yê CPT’yê Jean-Pierre Restellinî ku berê 3 caran serdana Îmraliyê kir, anî ziman ku PKK’ê gavekî wêrek û aştiyane avêt û got: “Hêvî dikim ku dewleta Tirk jî tişta pêwîst bike. Ez dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê bikim.”

*Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Şîyar Amed anî ziman ku kongreya fesix û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, ji banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû bersiva herî bi wate û got: “Hem dawiya demekê, hem jî destpêka demekê.”

*Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke nav û rêxistin xwe fesix kir, lê PKK di hemû hucreyên me de zindî ye û got: “PKK weke destaneke azadî û vejînê di dilê me de textê xwe çêkiriye, ew ê heta hetayê jiyan bike. Ev şêwazê tarzê jiyana ku PKK’ê ava kiriye, wê bi nav û cureyên din xwe berdewam bike.”

*Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

*Çalakiyên xizmên windayan û Dayikên Şemiyê wê bên şopandin.

*Konseya Sosyalîstên Enternasyonalîst wê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Stenbolê civîna xwe li dar bixe.