DFG: Meha Adarê rojnamevanek hate girtin, 16 hatin destgîrkirin

DFG'ê ragihand ku meha Adarê êrîş li 8 rojnamevanan hate kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin, yek hate girtin û 330 nûçe hatin astengkirin.

Komelaya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê binpêkirina mafên rojnamevanan de rapora meha adarê bi raya giştî re parve kir. DFG'ê di rapora xwe de da zanîn ku di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye û wiha hat gotin: "Desthilatdariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapameniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrişî ser çalakiyên girseyî dike rojnameger tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de êşkence li 8 rojnamevanan hate kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin û rojnamevanek hate girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamevanan di meha adarê de jî berdewam kir."

DFG'ê di raporê de bal kişand ser hilbijartinên serokkomariyê û parlamentê ku wê di 14’ê Gulanê de pêk were û wiha hat gotin: "Encama vê hibijartinê wê bandorek bêhempa li siberoja gelê Tirkiyeyê bike. Ji bo vê hilbijartina ku ewqas wateyeke mezin û girîng lê tê barkirin “ewlehiya hilbijartinê” jî di nava mijarên sereke de cihê xwe digire. Di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye. Her çend hilbijartin nêz dibe jî zext û dorpêçên li ser medyayê tên zêdekirin. Hemû rojname, malperên nûçeyan, ajans, radyo û televîzyonên ku ne li gor hesab û xwestekên desthilatdariyê weşanê dikin hedef tên girtin û cezayên curbicur li wan tên birîn."
 
Berfirehiya raporê wiha ye:

"Di demên dawî de rojnamevanên têne destgîrkirin û girtin li dijî wan 'Yasaya Dezenformasyonê' ya hikûmeta AKP-MHP’ê derxist û di raya giştî de ji wê re dibêjin “Qanûna Sansurê” hatiye bikaranîn di nirxandina roporê de bi birxistin ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re rojnamevanên ku mîkrofonê dirêjî welatiyên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dengên xwe derdixin, nerazîbûnên xwe eşkere dikin di çarçoveya vê yasayê de tên destgîrkirin, girtin û der barê wan de doz tên vekirin. Çapameniya Azad û rêxistinên din ên hevpîşeyî bi yek dengî, hê di serdema destpêka derxistina vê yasaya sansurê de bal kişandibûn ser vê xetereyê û hatibû gotin ku wê ev di pêşiya azadiya çapameniyê û azadiya ramanê de bibe astengeke mezin. Careke din em bi heman biryardariyê dibêjin ku heta ev yasa paşve neyê kişandin wê têkoşîna me bidome. Desthilatdariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapameniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrişî ser çalakiyên girseyî dike li rojnamevanan dixin û asteng dikin. Di nav meha Adarê de êşkence li 8 rojnamevanan hat kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin û rojnamevanek hat girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamevan di meha Adarê de jî dewam kir. Der barê 4 rojnamevanan de dest bi lêpirsînê kir û li 5 rojnamevanan jî doz vekir. Di meha borî de di 4 dozên pêk hatin de 2 sal cezayê hepsê û 48 hezar û 746 TL cezayê pere li rojnamevan hat birîn. 2 hevpîşeyên me jî ji kar hatin derxistin.

Helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê û darazê ya li dijî alavên ragihandinê yên wek înternetê jî bi heman rengî pêk hat û 8 malperên înternetê girtin, ji bo 330 nûçeyan û ji bo hezar û 84 navarokên medya sanal jî biryara qedexekirinê derxistin. Mîsyona Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÜK) ew e ku, gel ji bo xwe bigihîne agahiyên rast û di vê babetêde bikaribe weşanê bike, derfetan biafirîne. Lê îro di destê hikumetê de li dijî vê misyona xwe bûye gopala zextê. Bi taybet jî di van rojên nêz ên hilbijartinê de kanalên ku propagandaya disthilatdariyê nakin dibin hedefa RTUK’ê. Radeya vê pirî zêde bû ku Serokê RTUK’ê Ebûbekîr Şahîn di ser medya sanal de peyamên heqaretê yên li dijî rojnamegeran parve kir. Moderatorê TV’yek  ji bo ku di bernameya xwe de cih da pirtûka siyasetmedar Selahattin Demirtaş bi “provakatoriyê” tewambar kir û bi birîna cezayan gef li kanalê xwar. Piştî vê gefê li kanalan ceza li ser ceza hat birîn. Em bang li RTUK’ê dikin ku dev ji berdevkiya desthilatdariyê berde û dest bi rol û mîsyona xwe ya esasî ya ji bo gel bike.

Hevserokê komaleya me Serdar Altan jî di nav de 16 rojnamegerên ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn girtin piştî 10 mehan hê temam bû. Angaştnameya ku ji aliyê dozger ve hat nivîsandin û ji 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re hat şandin hê tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn. Em li bende ne ku dadgeh der barê angaştnameya ku di 28’ê adarê de gihiştiye ber destê wê de demildest roja danişînê diyar bike û biryara serbest berdana hevpîşeyên me bide. Heta ku ev pêk bê jî em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin."