Gerîla Gabar: Rêbertî bu dengê gelan ên jiyaneke azad dixwazin

Gerîlayê HPG'ê Welat Gabar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Rêberê me bû dengê gelan ên ku jiyaneke azad û demokratîk dixwazin."

Gerîlayê HPG'ê Welat Gabar bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Gerîla Gabar rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi bîr anî ku sala 2009'an li Amarayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Gerîla Gabar anî ziman ku bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê re rûpelekî nû vebû û got, "Beriya wê li nava Kurdan xiyaneta navxweyî, zext û tirs gelekî zêde bûn. Bi pêngava Rêberê me re gelek nûbûn çêbû, bi taybetî li şûna tirsa ji serweran, têkoşîneke şoreşgerî û wêrekiyeke mezin destpê kir.

Gelê me yê welatparêz û ciwanên Kurd li dijî êrîşên faşîst û xiyanetkaran, bi pêleke mezin a şoreşgerî bi bîrdoziya Rêbertî têkoşîn xurt kirin. Bi îdeolojiya Rêberê me re gelên Mezopotamyayê ber bi ronahî û azadiyê ve dimeşin. Em jî li çiyayên Kurdistanê çi ji destê me bê em ê bikin. Bêguman bihara 2023'an wê nûbûnên mezin bi xwe re bîne. Em ê vê dewleta ku komkujiyên mezin li gelê me û ciwanên me dike, ji ser xaka xwe biavêjin."

TI HÊZ NIKARE ME JI TÊKOŞÎNÊ VEGERÎNE

Gerîla Gabar diyar kir ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi xurtî dewam dike û got, "Ti hêz nikare me ji têkoşînê vegerîne. Em ê artêşa Tirk a faşîst ji çiyayên xwe biavêje. Bi Rêberê xwe re em ê li Kurdistanê û li çiyayên xwe bi rengekî azad bijîn. Em xwedî vê bawerî û biryardariyê ne.

Rêberê me bûye dengê hemû gelan ên jiyaneke demokratîk û azad dixwazin. Ji ber vê yekê hevdîtinên bi Rêberê me re asteng dikin. Hewl didin têkiliya navbera gel û Rêbertî qut bikin. Lewma tecrîdê giran dikin. Ev tecrîd li gelek deverên Kurdistanê belav bûye. Li her derê li hemberî gelê me û hevrêyên me yên li zindanan êrîş dewam dikin. Ev hemû ji êşkenceya bi rêk û pêk a li hemberî Rêberê me cuda nîne. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin bigihêjin armanca xwe. Êdî gelek, artêşek heye ku li ber zaliman radibe. Ev hemû bi saya Rêbertî û hevrêyên me yên şehîd pêk hat. Bi îdeolojiya Rêberê xwe em gel û gerîla ber bi siberojên azad ve diçin."