HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di meşa me ya pîroz a azadiyê de, heta nefesa xwe ya dawî di milîtaniya Apoyî de israr kirin û wan xwestin ji hêviya gelê me re bibin bersiv.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şehîdan de ev agahî da:

“Sala 2018’an a ku bi fedekariyeke mezin, hewldaneke bêhempa û îradeya Apoyî ya mezin ava bû, sala herî dijwar a têkoşîna me bû. Di vê salê de dema ku dijmin tastifeya mutleq dixwest milîtaniya Apoyî ji bo ji êrîşên dijmin re bibe bersiv û hêviya azadiyê zindî bihêle, hevalên me bi vîneke mezin li ber xwe dane û şehîd bûne. Hevrêyên me Cîgerxwîn, Çarçel, Dilgeş, Şervan û Brûsk jî di meşa me ya pîroz a azadiyê de heta nefesa xwe ya dawî, di milîtaniya Apoyî de israr kirin û xwestin ji hêviya azadiyê ya gelê me re bibin bersiv.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Cîgerxwîn Şaho

  Nav û paşnav: Kerîm Kerîmpûr

  Cihê jidayikbûnê: Merîvan

  Navê dê û bav: Selma - Weysî

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Çarçel Şemzînan

  Nav û paşnav: Zîkrî Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Bînnaz - Mahmût

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Dilgeş Serhed

  Nav û paşnav: Ozal Aymaz

  Cihê jidayikbûnê: Qers

  Navê dê û bav: Zelîha - Suleyman

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Şervan Koçer

  Nav û paşnav: Erkan Ak

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Sacîde - Abdullah

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Brûsk Andok

  Nav û paşnav: Veysî Aslan

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Îpek - Cevdet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

CÎGERXWÎN ŞAHO

Hevrêyê me Cîgerxwîn li bajarê Serhildana Rojhilatê Kurdistanê Merîvan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Cîgerxwîn ji ber ku malbata wî malbateke dilsozê nirx û çanda Kurdî bû, ew jî bi van nirxên bingehîn mezin bûye. Ji ber vê yekê di temenekî biçûk de ziman û çanda xwe jiyaye. Dema ku hêzên mêtinger êrîşî çand û zimanê Kurd kiriye, ew li hemberî van êrîşan hêrs bûye. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve ji ber van êrîşên dewletên mêtinger kete nav nakokiyan, piştre rastiya gel baştir fêm kir. Dema wî fêm kir mesele çi ye, helwesta wî ya di jiyanê de zelaltir bûye. Tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin, hevrêyê me Cîgerxwîn, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet, di wê baweriyê de bû ku divê gelê me tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Wî ev tişt weke erkeke ku divê bi cih bîne, weke pêwîstiyeke berpirsyariya li hemberî gelê me dît. Ji ber vê sedemê ji ciwantiya xwe ve di nava lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêyê me bi baweriya ku ji daxwazên gelê me yên azadiyê herî baş di nava refên PKK'ê de dikare bibe bersiv, di sala 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên gerîlatî û partiyê ku li çiyayên Kurdistanê dîtiye û weke ciwanekî welatparêz û şoreşger dest bi jiyaneke nû kir û ji roja pêşîn ve hînî jiyana gerîla ya pîroz bûye. Hevrêyê me girêdayî armancên xwe bû û xwedî kesayetiyeke xurt bû. Ligel ku temenî wî ciwan bû jî wî her peywirên xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me di warê leşkerî û îdeolojîk de her roj bi pêş ve bir û ji bo bibe şoreşgerekî yekbûyî tevlî xebatên gelek qadan bûye. Dema ku êrîşên hêzên dagirker bi taybetî jî yên dewleta Tirk a qirker li dijî gelê me û Tevgera me zêde bûn, bevrêyê me Cîgerxwîn bê dudilî berê xwe da qadên şer. Hevrêyê me ku pêdiviyên serdemê pir baş tehlîl dikir, li gorî van hewcedariyên xwe bi cih dikir. Hevrêyê me yê ku di şerê dijwar ê ku em bi dewleta Tirk a dagirker re dimeşîne de girîngiya jêhatîbûna leşkerî û profesyonelbûnê fêm kir û ji bo vê xwest xwe bi pêş ve bibe. Hevala wê xwe adapteyî perwerdehiya branşa leşkerî kir û bi vê taybetiya xwe ji hevalên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me Cîgerxwîn ku bi kesayeta xwe ya gihîştî, nefsbiçûk, jidil û durust şopa xwe li ser her hevrêyê xwe yê têkoşînê hişt. Ew bi şehadeta xwe jî pêşengiya me hevrêyên me yên têkoşînê dike.

ÇARÇEL ŞEMZÎNAN

 Destpêka me ya li Dihê û Şemzînanê ku Pêngava Mezin a 15’ê Tebaxê lê pêk hat, dagirker mat kiribû. Pêngava me di nav gel de jî moral û motîvasyoneke mezin çêkir. Bi vê pêngava bi rûmet a ku navê vejînê ye, gelê me yê Şemzînanê tevlî nav tevgera me bûn û li hemberî jiyana koletî bersiveke bi rûmet dane. Hevrêyê Çarçel jî li herêmeke wisa ku di dîroka me de cihê xwe digire, di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Bi hişmendî û çanda welatparêzî mezin bû. Ji ber ku ziman, çand û dîroka me qedexe ye û di nava her cure qirkirinê de ye, vî tiştî li ser hevrêyê me Çarçel û li ser gelek zarokên Kurd şopên kûr hiştine. Ew bû şahidê zilm û komkujiyên ku dagirker li ser gelê me dikin. Di heman demê de ew bûye şahidê şerê destanî yê Rêber Apo û gerîla. Wî fêm kiriye heta ku mirov xwe rêxistin neke wê nikaribe hebûna xwe biparêze. Dema hatiye temenê ku divê tercîhekê bike wî xeta teslîmiyet û îxanetê red kiriye û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Bi xebatan re sempatiya wî ya ji bo Tevgera me dest pê kir. Di pêvajoyeke ku hebûna me ya gel di bin xetereyê de ye de, wî fêm kir ku xwendina li dibistanên dagirkeran tê wateya xizmeta polîtîkayên dagirkeran û ji ber vê dev ji zanîngehê berda û tevlî têkoşînê bû. Di sala 2013’an de dema ku Qetlîama Parîsê hate kirin, ji bo stendina tola şehîdan di sala 2013’an de li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bû.

Hevrêyê me Çarçel zû xwe adapteyî jiyana gerîlatiyê kir. Ji ber pêvajoya agirbestê ya di sala 2013’an de bi komên vekişînê re derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Çarçel ku dizane ji bo pêvajoyên dijwar ên di pêşerojê de pêş bikevin divê xwe amade bike, tevlî xebatên perwerdeyê bûye. Ji bo ku bibe gerîlayekî îdeolojîk û profesyonel gelekî xebitî. Ji bo ku bibe şervan û milîtanekî baş ê Rêber Apo û xwe di îdeolojiya xwe de pêş bixe û fêm bike, kedeke mezin da. Hevrêyê me Çarçel ku tevlîbûneke bi zanebûn hebû, ji bo bibe gerîlayekî pispor çû akademiyên leşkerî. Di gelek çalakiyên ku tevlî bû de, bi her guleya ku li dagirkeran dixist, armanc dikir ku tola şehîdên me hilîne. Hevrêyê me Çarçel ku xwediyê meşeke serketî bû, di tevahiya têkoşîna xwe de tiyê azadiyê bû. Şehadeta hevrêyê me Çarçel ku xwedî helwest û pratîka xweparastinê ye, ji bo me bûye sedema têkoşîneke zêdetir. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Çarçel de em ê pratîk û helwesteke layiqî hemû şehîdên xwe nîşan bidin û armancên wan pêk bînin.

DILGEŞ SERHED

 Hevrêyê me Dilgeş di malbateke welatparêz de li Qersê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe PKK zû nas kir. Hevrêyê me Dilgeş jî weke gelek ciwanên Kurd bû şahidê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger. Ew li hemberî van polîtîkayan gelekî hêrs bû. Hevrêyê me Dilgeş ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelê me bi taybet ciwanên Kurd ji nêz ve dît, diyar kir ku jiyana di nava sîstemê de encax bi înkarkirina Kurdayetiyê pêkan e û ew ê ti carî vê yekê qebûl nekin. Hevrêyê me Dilgeş ku li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a faşîst xwest li ber xwe bide, fêm kir ku divê li dijî van polîtîkayên bi awayekî sîstematîk ên dewleta Tirk li ber xwe bide. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Dilgeş ê ku zanîbû têkoşîna herî mezin li hemberî van hemû polîtîka û pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk, ji aliyê partiya me PKK’ê ve tê dayîn, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Dilgeş di vê pêvajoyê de du caran xwest tevlî têkoşîna me ya azadiyê bibe, lê ji ber gelek sedeman ev daxwaz nehat. Hevrêyê me Dilgeş ku ji vê biryarê tawîz neda û helwesteke zelal nîşan da, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dilgeş piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi gotina “PKK ji bo min ji nû ve zayîn e” hestên xwe anî ziman. Hevrêyê me Dilgeş bi meraq û xwesteka xwe ya fêrbûnê ji roja ku tevlî bû, zû pêş ket. Helwesta Hevrêyê me ya gihîştî, îradeya wî ya hînbûnê ji aliyê hevrêyên wî ve dihat ecibandin û rêzgirtin. Hevrêyê me Dilgeş diyar kir ku diyardeya hevrêtiya ku herî zêde PKK jê bandor bûye bi gotinan nayê ravekirin û ji bo ku ev hevrêtî were fêmkirin divê were jiyîn. Hevrêyê me Dilgeş piştî ku perwerdeya xwe ya nû ya şer bi serkeftî bi dawî kir, li qada Avaşînê dest bi pratîka xwe ya yekemîn kir. Hevrê Dilgeş ku bi tevlîbûna ked û hezkirina xwe ya kûr a ji bo hevrêyên xwe bi lez û bez xwe li pratîka dijwar a Avaşînê bi cih kir, bi nêzîkatiya xwe ya jidil û helwesta xwe ya gihîştî ve karî hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Dilgeş li herêma Avaşînê di gelek çalakiyên ku derbên bi bandor li dagirkeran hatin xistin de cih girt. Hevrê Dilgeş ferq kir ku mezinkirina şer û meşa ber bi serketinê ve girêdayî bi profesyonelîbûna gerîla ve ye, hevrê Dilgeş li ser wê yekê ku divê gerîlayekî profesyonel çawa be, bal kişand ser xwe. Hevrê Dilgeş ku dizane şerekî bi bandor tenê bi pêşketina leşkerî pêk nayê, ji bo xwe di aliyê bîrdozî de jî bi pêş ve bibe kedeke mezin daye. Ji bo ku îdeolojiya Rêber Apo baş fêm bike û li ser wê kûr bibe, kûr bû. Tecrûbeyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk bi hevalên xwe re parve dikir.

Hevrêyê me Dilgeş bi kesayeta xwe ya kedkar û îradeya xwe ya bênavber mîrateyeke mezin a berxwedanê ji me re hiştiye. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya hemû şehîdên xwe bi taybet ya hevrê Dilgeş hiştiye mezin bikin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

ŞERVAN KOÇER

 Hevrêyê me Şervan di malbateke welatparêz a ji eşîra Dîdêrî ya qedîm Şaxê Şemsikî de li Êlihê ji dayik bû. Dema ku Tevgera me li herêmê bi cih bû, têkoşîna me bandor li Şemsîkiyan kir û bi tevgera me ve hatin girêdan. Hevrê Şervan ku endamê eşîreke wiha ye, di zarokatiya xwe de Tevgera me nas kir. Hevrêyê me Şervan bi guhdarîkirina têkoşîna destanî ya gerîla mezin bû û bi xeyala ku rojekê bibe gerîla mezin bû. Dema ku giheşte temenê ku komkujî, zext û polîtîkayên tinekirinê yên dagirkeran ên li ser gelê me fêm kir, dest bi lêgerîna gerîlatiya ku xeyal dikir kir. Di dawiya lêgerîna xwe de tevlî xebatên ciwanan û xweparastinê bû. Di vê pêvajoyê de xwe perwerde kir û bi aktîvtir beşdarî xebatên rêxistinî bû. Wî girîngiya hişmendî û rêxistinbûnê fam kir. Ji ber xebatên ku dida meşandin rastî zextên dagirkeran hat û gelek caran hat destgîrkirin. Jiyana sîstemê ya ku ji bo hevrêyê me Şervan dest pê kir bê tehemûl û bêwate bû, fikirî ku her roja ku di nava sîstemê de derbas dike tê wateya xizmeta ji dagirkeran re. Hevrêyê me Şervan ku dizane rêya têkoşîna radîkal a li dijî dagirkeran gerîllabûn e, weke ciwanekî Kurd ji bo erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne tevlî nava refên PKK'ê bû.

Hevrêyê me Şervan tevî ku ciwan bû jî, ku bi berpirsyariyên mezin ên ku dîrokê daniye ser milê xwe, gihiştiye kesayeteke gihîştî, bi helwesta xwe ya jiyanê ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Bi perwerdehiya ku dît, gavên xurt ber bi pêş de avêt. Ji bo bibe gerîlayekî jêhatî girîngî da perwerdeya leşkerî. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi îddîa û enerjîk, di warên xwe de karên girîng girtiye ser milê xwe û pratîkek serketî nîşan daye. Hevrêyê me Şervan ku ji roja ewil tevlî bû ji têkiliyên hevrêtiyê gelekî bi bandor bû. Bi tevlêbûna têkoşîna me ya azadiyê ya ji bo wê jî bi hemû şaneyên jiyana xwe re bi xetereyê bawer dikir, bersiv da serdemê. Şehadeta hevrêyê me Şervan ne tenê bandor li me rêhevalên me kir, kîn û hêrsa me ya li hemberî dagirkeran jî tûj kir. Bi dubarekirina soza ku me di şexsê hevrêyê xwe Şervan de daye şehîdên xwe, bîranîn û mîrateyên wan bûne meşale ku rêya me ya li ser rêya heqîqetê ronî dike.

BRÛSK ANDOK

Hevrêyê me Brûsk di malbateke welatparêz de li Êlihê ji dayik bû. Welatparêziya malbat û derdora xwe bûye sedem ku hevrêyê me Brûsk li hemberî pirsgirêkên gelê me hestiyar be. Beşdarbûna malbata wî bû alîkar ku ew di temenê biçûk de Tevgera me nas bike. Tê zanîn ku dewleta Tirk a qirker bi polîtîkayên taybet hewl dide ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê qut bike. Hevrêyê me berê tevlî nav xebatên ciwanan bûye û piştre dîtiye bêyî têkoşîna çekdarî parastina gelê me, ne mumkun e û li ser vî esasî di sala 2014’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hevrêyê me Brûsk, li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) li Gabarê dest bi gerîlatiyê kir û li wir perwerdeya xwe ya bingehîn dît. Li Gabarê ku bîranînên Egîd, Adil, Gulbahar û gelek şehîdên me lê dijîn, fêrî gerîlatiyê bû. Ji bo xwe di xeta Apoyî de pêş bixe û xwe ji pêvajoyên dijwar re amade bike derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Brûsk ê ku bi perwerdeya ku li vir dîtî jêhatî bû, li qada Avaşînê dest bi pratîka xwe kir. Hevrêyê me Brûsk ku karîbû bibe milîtanekî fedaî yê xeta Apoyî, bi tevlîbûna xwe ya kedkar û sade performanseke mezin nîşan da. Hevrêyê me Brûsk ku bi hezkirineke mezin diçe ser her karekî, bûye xwedî pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me Brûsk da xuyakirin ku yekane şertê serketina mutleq şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi tevlêbûna xwe ya bi lez û bez heta kêliya şehadeta xwe mîraseke mezin a berxwedanê ji me hevrêyên xwe re hişt.”