Banka Kurdistanê ji ber pere li Halk Bankê veşatine hate mehkûmkirin

Banka Navendî ya Iraqê ji ber ku Banka Kurdistanê li Halk Bank a Tirkiyeyê pere veşartine mehkûm kir û diyar kir ku ew ê ji para mezaxtina banka navendî bêpar bê hiştin.

Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku Banka Kurdistanê ji her deynê ku ji aliyê Bankan Navendî ve bê dayîn bêpar bihêle. Banka Navendî ya Iraqê destnîşan kir ku ji ber veşartina pere li Halk Bankê derberê Banka Kurdistanê de dest bi lêkolînê hatiye kirin.

Li gorî belgeya ku Banka Navendî ya Iraqê belav kirî, li ser Banka Kurdistanê biyar da ku ji hemû krediyên banka navendî dide bankayên din mehrûm kiriye, her wiha jî rê nade ku banka ji 1 milyar dînar zêdetir pere bimezêxe. 

Her wiha bal kişand ku Banka Navendî di derbarê Banka Kurdistan û ew kesên ji veşartina pere ya li Halk Bank a Tirkiye lêpirsîn daye destpêkirin. Hate gotin ku divê heta dawiya meha Nîsanê ev lêpirsîn bi encam bibe. 

Hate ragihandin ku rêveberê Bankê Omer Seîd Hemedan ji bo li gorî pîvanan tevger bike hatiya hişyarkirin. Her wiha hatiye gotin ku ji bo sererastkirina şaştiyan 6 meh hatiye dayîn, eger ku çareser neke wê ji kerta Banka Iraqî bê derxistin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, 25’ê Adarê Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye.