Gerîlayên PJAK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên PJAK'ê salvegera 19'an a damezrandina partiya xwe û rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina şitlê daran pîroz kirin.

Gerîlayê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina PJAK'ê merasîmek lidar xistin.

Zîlan Vejîn li merasîmê axivî û diyar kir ku ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojbûna şervanên azadiyê yên PJAK'ê û her Kurdekî dibînin. Zîlan Vejîn got, "PJAK ne tenê partiyeke. Li pişt wê tecrûbeyeke têkoşînê ya pêncî salî ye, fikir û felsefeyeke ku rabirdûyeke xwe ya dîrokî, rêxistinî, parastin, exlaqî û ekolojîk heye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û serketina şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' em têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xurt dikin."

Zîlan Vejîn bal kişand ser xeta têkoşîn û azadiyê ya PJAK'ê û anî ziman ku PJAK ji dema damezrandinê û vir ve partiyeke xwedî karakterekî demokratîk û neteweyî ye.

Zîlan Vejîn got, "Rojbûna Rêber Apo rojbûna tenê şexsekî nîne, tê wateya rojbûna têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê. Vê jidayikbûnê li Kurdistanê kesayetiyekî nû afirandiye." Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Piştî axaftinan bi wesîleya rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina PJAK'ê şitlê daran hatin çandin.