Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hate vekirin: Em ê bersiveke xurt bidin desthilatdariyê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Bedlîsê axivî û got, "Ev hilbijartin derfeteke gelekî mezin dide me. Em ê bersiva herî xurt bidin vê desthilatdariyê."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar tevî Berdevkê Tevgera Azadî Ayetûllah Aşitî hat Bedlîsê ji bo tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bibin. Sancar li Norşînê hate pêşwazîkirin û bi konvoyê derbasî Bedlîsê bû. Piştre jî li ber çepik û dirûşman derbasî qada buroyê bû.

Sancar got, "Dema ku mirov rewşa vî bajarê kevnar dibîne, fêhm dike bê vê desthilatdariyê ev welat xistiye çi halî. Sozên ku dikandarên Bedlîsê re hatin dayin bi cih nehatin anîn û mehkûmî birçîbûnê kirin. Ev dîrok ji bo alîgirên xwe dewlemend bike tune kirin. Ev desthilatdarî vî welatî bi vî rengî dişêlîne. Destpêkê xizan dike, piştre hewcedar dike. Em ê vê sîstemê biguherînin. Ev welat ne mehkûmî rant, şer û xizaniyê ye. Ev hilbijartin derfeteke mezin dide me. Em ê bersiveke xurt bidin desthilatdariyê."

Sancar piştî axaftinê tevî Dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê vekir. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Sancar û heyeta pê re piştre li Tetwanê silav da gel û berê xwe da Wanê.