Mele Elî: Eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyetê nîne, tenê zane zilmê bike

Mele Elî Spêrtî got: “Ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyet û şehadetê re nîn e. Tenê dizane zilmkariyê bike.”

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya Îslamê timî xwestiye xwe li ser piyan bigire. Ango timî olê Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û bi vî awayî gel dixapîne. Lê dema mirov temaşeyî Îslama demokratîk dike, mirov dibîne ku ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamê re nîn e. Têkildarî vê yekê yek ji melayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mele Elî Spêrtî ji ANF’ê re axivî.

Mele Elî Spêrtî diyar kir ku di demokrasiyê de azadî heye, dîktatorî û nîjadperestî nîn e û wiha got: “Di Îslamê de jî dîktatorî û nîşadperestî nîn e. Navê Îslamê bi xwe wateya azadî û aştiyê dide. Lewma ger em qala Îslama demokratîk jî bikin, divê ne di bin bandora di dewletan, eşîran, hikûmetan, partiyan û rêxistinan de be. Yanî eger Îslam li gorî dewlet, sazî û rêxistinan xwe saz bike, ew nabe Îslama demokratîk. Îslama demokratîk bi mirovên demokratîk dikare were afirandin. Ango ji bo afirandina Îslama demokratîk, divê destpêkê kesayet demokrat bin. Lewma divê di serî de kesê misilman azad û demokrat be.

Dewlet û Îslamiyek du tiştên li dijî hev in. Di dewletê de Îslamiyet nîn e, di Îslamiyetê de jî dewlet nîn e. Di dewletê de sîstema Îslamê nîn e. Di Îslamê de jî xwe rêvebirin û xweseriya demokratîk heye. Lewma ne tenê li Tirkiyeyê, li ti dera cîhanê dewletek a Îslamê nîn e.”

‘DEWLETA TIRK LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE’

Mele Elî di berdewamiya axaftina de, ev tişt got: “Dewleta Tirk bi xwe li dijî Îslamê ye. Bê exlaqî, kuştin, bê wijdanî, talan û hemû tiştên xerab tên kirin. Ev yek ne li gorî Îslamiyetê ye. Dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriye jî ku bi navê Xweda toren û merasîman yan jî komara Îslamî ava dikin, hemû derew in. Li gorî ayeta Quranê jî wiha tê gotin; kesê li gorî daraza Xwedê bi rêve neçe ew kafir e, kesê li gorî daraza pirtûka pîroz Quranê bi rêve neçe ew zalim û fasiq e. Dema roja îro mirov temaşeyî dewleta Tirk dike, dibêje ez li Dewletek Îslamê me, lê li gorî daraza Quranê bi rêve naçe. Di vê rewşê de li gorî Quranê, dewleta Tirk zalim, kafir û fasiq e. Dewleta Tirk ne dikare bêje ez misilman im, ne jî dikarim bêje ez li gorî exlaqê mirovahiyê bi rêve diçim. Ji ber ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye.”

‘EM JI BO AZADIYÊ TÊN KUŞTIN, LEWMA ŞEHÎDÊN RAST EM IN’

Mele Elî Spêrtî ragihand ku Pêxemberê Xweda dibêje, kesê li ser rêya Xwedê were kuştin ew şehîd e û wiha bilêv kir: “Şehîd bi çar awayî çêdibin; yên ku ji ber malê xwe werin kuştin, yên ji ber rûmeta xwe werin kuştin, yên ji ber welatê xwe werin kuştin û yên ji ber ola xwe werin kuştin, şehîd in. Em weke gelê Kurd, ji ber van her çar sedeman hatine kuştin. Li gorî vê yekê, em li gorî fermanda Xwedê û Quranê, şehîd in.

Dewleta Tirk çiqas bêje ez misilman im jî, li gorî Xwedê û Quranê ev yek nayê qebûlkirin. Lewma em gelek mezlûm û bindest in. Divê em ji bo azadiya xwe têbikoşin. Li ser vê rêyê jî kes ji me were kuştin, dibe şehîd. Li gorî vê yekê jî ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyet û şehadetê re nîn e, tenê dizane zilmkariyê bike.”