KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Têkildarî 16 rojnamevanên dîlgirtî 6 meh in gilîname nehatiye amadekirin
DFG û MKGP'ê ragihandin, ku têkildarî 16 rojnamevanên Kurd ên dîlgirtî 6 meh in îdîaname nehatiye amadekirin û destnîşan kirin, ku dewlet sûc dike. -
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand. -
Pergaleke ku azadiya jinê tê de tune be, mayînde nabe
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed sedem û bingehên veguhertina paradîgmayê ya di nava PKK'ê de nirxand û diyar kir ku pergala bêyî azadiya jinê û têgihiştineke ekolojîk nikare bê domandin. -
Cenazeyê gerîla Mahmût Taş li Rihayê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Taş (Andok Sara) ku sala 2019'an li Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, li Rihayê hate veşartin. -
HPG: Fermandar Alî Haydar Dersim şehîd bû
HPG'ê ragihand ku Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) şehîd bûye û got, "Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrê Alî Haydar derkevin, armancên wî yên pîroz bi ser bixînin." -
MXDŞ'ê bi wesîleya Cejna Êzî banga vegera li Şengalê kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cejna Êzî bi peyamekê pîroz kir û got, "Êdî dema wê hatiye ku civaka me biryara vegera li ser axa bav û kalên xwe bide." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taş hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taş ji Şirnexê hate wergirtin. Cenaze wê li Rihayê were veşartin. -
Ciwana Sine: Ji bo serxistina şoreşê eniyên hevbeş xurt bikin
Endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine destnîşan kir, ku ji bo biserxistina şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê divê her beşên civakê hem li welat hem jî li derveyî welat eniyên hevbeş xurt bikin û dengê şoreşê bilindtir bikin. -
KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir
"Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be." -
Di tûrikê wan de hêviya gelekî hebû
Gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan di demên cuda de ji cihên cuda derbas bûn, di heman rêyê de hilm standin, di tûrikê xwe de hêviya gelekî hilgirtin. -
Jinên li Başûrê Kurdistanê ji ber tundûtûjiyê agir berdidin canê xwe
Gelek jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo ji zilma ji destên hevserên xwe xelas bibin agir berdidin canê xwe. -
Êşkence û zextên li girtîgehên Êlîhê
Şaxa ÎHD’ê a Êlîhê bal kişand li ser zext û êşkenceyên Kampûsa Girtîgeha Qubîn a Êlihê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. -
Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li Zap û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG: 2744 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin
HPG'ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir. Gerîlayan 2852 çalakî kirin, 2744 dagirker ceza kirin. 11 helîkopter hatin xistin, derb li 80 helîkopteran hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir. -
'Daxuyanî nîşan didin ku rewş li Îmraliyê cidî û metirsîdar e'
Çavdêrê siyasî Mihemed Bekir: Gelê me ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dide, şerê gel ê şoreşgerî berfireh dike. Bi şikandina faşîzmê wê azadiya Rêber Apo misoger bike. -
Ji sirgûnê vegera li çiyê
Amara Ronahî ku ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe ji Dersimê koç bike, di nava PKK'ê de jiyana azad dît û sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. -
Karayilan: Hesabê şaş nekin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di mijara polîtîkayên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hişyarî da hikumeta Tirk: "Divê bi hesabên biçûk tevnegerin, şaşitiyan nekin; ev xetereyeke mezin e." -
Ji Botanê heta bi Zapê çalakiyên gerîla: 9 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Botan û Zapê 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. -
Mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
MEBYA-DER'ê 288 kesên sala 2015'an li Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "polîtîkayên dijminatiya li Kurdan ji aliyekî ve mirovan dikujin, li aliyê din cih û warê mirovan dişewitîne, hildiweşînin." -
Rojnamevanê ku li ser destdirêjiyê nûçe çêkir, hate girtin
Rojnamevan Sînan Aygul ji ber nûçeya ku li ser destdirêjiya li Tetwanê çêkir, hate girtin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer ku di şerê li Çiyayê Bagokê de şehîd bibû, li navçeya Wêranşarê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. -
Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gel bû hêvî
Xelkê Serhedê piştgiriyeke mezin dide Tifaqa Ked û Azadiyê. Xelkê herêmê dibêje, tifaqa ku bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin bûye hêvî ji wan re. -
Cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Hediye Suerê ya ku di meha Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê şehîd bû, radestî malbatê hat kirin. -
Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir
Li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin. -
Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî êşkenceya li girtîgehan li hev civiyan
Rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li hev kom bûn, êşkenceya li girtîgehan şermezar kirin û xwestin, girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.