Malbatên AKP'î dest danîn ser xwarina fitarê ya mexdûrên erdhejê

Li Midûriyeta Herêma 11'an a Rêyên Bejahî ji bo mexdûrên erdhejê xwarina fitarê hate dayin, lê belê malbatên AKP'î dest danîn ser vê xwarina belaş.

Ji bo mexdûrên erdhejê yên li mêvanxaneya Midûriyeta Herêma 11'an a Rêyên Bejayî ya Wanê dimînin ji her yek ji 17 fîrmayan 30 hezar TL hate komkirin. Plan ew bû ku bi 510 hezar TL ê hate komkirin ji bo mexdûrên erdhejê xwarina fitarê bê dayin. Lê belê malbatên li lojmanên rêyên bejahî dimînin û malbatên rêveberên AKP'î her êvarê bi hinceta ku belaş e xwarina fitarê xwarin, lewma jî pereyê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin kete qirika heramzedeyan.

Bi vî rengî malbatên AKP'î her roj bi 30 hezar TL'yî xwarin xwarin. AKP'î her wiha li sifreya qeyûman e. Balkêş e ku AKP'î di rêzên destpêkê yên li ber konên fitarê de timî hene.