Îro li Şengalê ji bo xurtkirina pergala parastina cewherî û Şengala xweser û azad, pêngaveke nû ya girîng pêş dikeve. Asayîşa Êzîdxanê ku piştî fermanê di Tîrmeha 2016’an de weke Hêza Parastina Hundirîn a Şengalê hatibû avakirin, yekemîn konferansa xwe li dardixe. Konferans bi dirûşmeya “Mîsogeriya Xweseriya Şengalê, di Xurtkirina Asayîşa Êzîdxanê de Derbas dibe’ hate destpêkirin.
Ji hemû pêkhateyên Şengalê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, Malbatên Şehîdan, gelek mêvan û delege beşdarî konferansê bûne. Tevî mêvan û delegeyan bi giştî 300 kes beşdarî konferansê bûne.
Konferansa Asayîşa Êzîdxanê, rastî destpêka sala nû ya Êzîdiyan hat ku wê di rojên pêş de cejna Çarşema Serê Nîsanê were pîrozkirin. Her wiha ev konferans, ji bo bîranîna fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî, rêvebir û avakerê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo tê lidarxistin ku di dawiya meha Sibatê û destpêka meha Adarê de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê de şehîd ketibûn.
‘EM DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN’
Konferansê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Êzîdxanê destpêkir û pişt re Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Birahîm axaftina vekirinê kir. Heso Brahîm di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser rol û rista Asayîşa Êzîdxanê ya di parastina Şengalê de û wiha axivî: “Me ji sala 2018’an û şûn ve gelek pêşeng û qehreman ku dixwestin vê baweriyê li ser koka xwe şîn bikin, şehîd dan. Wan canê xwe di vê oxirê de dan. Di xatirê vê dozê de em ê zarokên xwe, malên xwe, canên xwe bidin lê em dest ji vê dozê bernadin.”
Heso Brahîm qala girîngiya meha Nîsanê kir ku destpêka sala nû ya civaka Êzidî ye û wiha berdewam kir: “Em hêvî dikin ev sal bibe saleke xweş, geş û azadiya hemû gelên Êzîdxanê. Em hêvî dikin ev konferans bibe hêviyek ji bo civaka Êzidî. Me weke civaka Êzidî gelek zor û zehmetî dîtin. Dijmin dixwaze vê bîr û baweriyê tine bike. Bi saya berxwedana şehîdan me ev bawerî heta îro anî. Niha siyaseteke gemarî li ser civaka me tê meşandin.”
Heso Brahîm Peymana 9’ê Cotmehê jî bibîrxist ku yek ji armancên esasî ya vê peymanê belavkirina Asayîşa Êzîdxanê bû û got: “Bi tifaqa 9’ê Cotmehê, xwestin bi navê yasayê fermanek nû li me ferz bikin. Bi êrîş, şerê taybet, sîxurî êrîşê me kirin. Heya niha nekarîn vê peymanê weke fermaneke nû pêk bînin. Bi berxwedana sazî dezgehên Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên Şengalê heya niha rê li ber vê peymanê hate girtin. Di rewşa heyî de careke din dixwazin siyaseteke nû li Şengalê û li ser Êzidiyan bixin meriyetê. Careke din dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê bi rêya Meclîsa Ruhanî û Mîr bikin rojevê. Em hêvî ji wan dikin ku careke din rê nedin ew xayîn û xwefiroş vegerin Şengalê.”
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm herî dawî wiha anî ziman: “Niha fîlman çêdikin û dixwazin xwe weke rizgarkerê Şengalê û civaka Êzidî nîşan bidin. Lê her kes dizane ku pêşmerge fîşekek jî neteqandiye. Niha dixwazin car din bi darê zorê misilmantî li Êzidiyan ferz bikin. Lê em dibêjin, em baweriyeke qedîm in, kes nikare bi du fîlman û bi misilmankirina du malbatan baweriya me tine bike. Pêwîste Êzidî dest bidin hev, bila nebêjin xayîn ketine nav Êzidiyan. Di her netewê de kesên bê îrade hene, lê kesên xayîn ne ji me ne. Di Ezdayetiyê de xiyanet nîne.”
Piştî axaftina vekirinê, nêrîn û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê parastina Civaka Êzidî û Şengalê de hate xwendin.
Konferans wê bi pêşandana sînevîzyonê, xwendina rapor, axaftin û peyamên mêvanan, nûkirina nîzama giştî ya Êzidxanê, biryar û plansaziyê berdewam bike.