OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê raporek eşkere kir

OHD'ê li ser lehiya li Riha û Semsûrê rapor eşkere kir û diyar kir ku li gel hişyariyan jî tedbîr nehatin wergirtin.

Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiyên di 15’ê adarê li Riha û Semsûrê eşkere kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endam û rêveberên OHD’ê tev li bûn. Rapor ji aliye Berdevka Komîsyonê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin.

Demîrel bi bîr xist ku di encama lehiye de li Semsûr û Rihayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Demîrel, got ku di 27’ê adarê de dîsa lehî rabûn û bûne sedema ziyanên madî. Bi domdarî Demîrel bal kişand ser rapora Kêmkirina Rîska Karesatê (IRAP) ya 2021’an û wiha domand: “Di raporê de ji bo çeman hişyarî dihat kirin. Çemên Cavşak Karakoyun, Akpinar Mance û Sirrin di baranê de rabûn. Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tu tevdîr negirtin. Guh nedan raporan û ji ber bêtevdîriya wan, barana zêde veguherî karesatê.”

Bi domdarî Demîrel ji bo rewşên wiha dîsa neqewimin ev pêşniyar kir: “

*Ji bo tevdîrên pêwîst û bicihanîna pêdiviyan, divê di rewşên wiha de demildest herêm yekser weke ‘herêma afetê’ were ragihandin.

* Divê dest ji polîtîkayên destûra îmarê ku rê li ber islehkirina rûbaran, guhertina rêgeha rûbaran, tijekirina qadan û bajarvaniya çelexwarî vedike were berdan. Divê xebatên heyî jî bên sekinandin.

*Li dijî nexweşiyên epîdemî û enfeksiyonê yên piştî lehiyê derdikevin, divê sîteya tenduristiyê bê vakirin û ceyran, av, telefon û xizmetên tenduristiyê bêpere bên dayîn.

* Ji ber îxtîmala ku dîsa lehî rabin, divê xebatên tespîtkirin û veguhestinê bên kirin û ziyanên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji hêla saziyên cemaweriyê ve bên tenzîmkirin. 

* Divê ji xwediyên milk û kirêdarên ku piştî lehiyê xaniyên wan ‘xesar gihiştiyê’ derfetên vehewînê bên afirandin û alîkariya mal û kirêyan pê re bê kirin.

*Rêveberiya ku di warê birêvebirina krîzê de ji pêdiviyên gel dûr e, divê li gorî nêrînên saziyên pîşeyî, zanyar û platformên sivîl ên pispor ên di mijarê de tevdîrên pêwîst bigire.

* Divê xemsariya beriya lehiyê û piştî karesata lehiyê bê tespîtkirin û der barê kes û rayedarên saziyan de serlêdana sûc bê kirin.

* Ji bo tespîtkirina berpirsyartiya îdareyê û pêşwazîkirina zirara welatiyan, divê pêvajoya doza îdarî were destpêkirin.

* Divê qirêjiya ku piştî lehiyê li gol û rûbaran çêdibe were tespîtkirin û bandora qirêjiya ya li ser zindiyên avê were ragihandin. 

*Divê envantera ajalên ku piştî lehiyê jiyana xwe ji dest dane bê girtin û aqûbeta ajalên bêxwedî bê lêkolînkirin.

*Tê payîn ku li herêmên erdhejê barîneke zêde bibare, ji bo pêşîlêgirtina ziyanan divê tavilê tevdîr werin girtin û pirsgirêka xaniyên jêbawer were çareserkirin.

*Ji bo parastina Golamasiyan û deverên din ên çandî ku ji lehiyê bandor bûbûn, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin.

*Divê zeviyên çandiniyê, dexlûdan û darên ji lehiyê ziyan dîtin bên tespîtkirin û ji bo tenzîmkirina ziyanan xebat bên destpêkirin.”