Ketina Rihayê li siyasetmedarên Kurd hat qedexekirin

Ketina Rihayê ya siyasetmedarên Kurd bi hinceta “Bi armanca piştgirîdayînê çalakiyê hatine” hat qedexekirin.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê Fatîh Şahîn, Saît Kiliç, Nedîm Şîpal û Lezgîn Îşnaz li ser rêya Wan-Amedê ji aliyê polîs û leşkeran ve 15 caran hatin rawestandin. Siyasetmederên Kurd ên ku her 20 km carekî hatin rawestandin, her carê hatin lêgerîn kirin, lê rewşekî neyînî nehat dîtin.

Siyasetmederên Kurd, rêya 4 saetan a Amedê ji ber astengiyan di 8 saetan de çûn. Polîsan li gel ku ti rewşeke neyînî tinebû, li pey siyasetmedarên Kurd ketin û rêya siyasetmedarên Kurd li Amedê careke din girtin. Der barê siyasetmedarên Kurd ên li ser rêya Rihayê hatin rawestandin, girtename hat girtin.

Di girtenameyê de wiha hate gotin: “Di kontrol û lêgerînan de ti hêmamên sûcê nehatine dîtin, lê kesên ku ji bo li navend û navçeyên Rihayê çalakî li dar bixin û piştgirî bidin çalakiyan, dihatin bajarê me û wesayîta navborî li nav sînorên Rihayê hat qedexekirin û ev qedexe ji bo kesên navborî hatiye ragihandin. “

Siyasetmedar Fatîh Şahîn nerazîbûn nîşanî qedexeyê da. Şahîn diyar kir ku polîsên Amedê ji bo bajarê rihayê girtename girtine û anî ziman ku wê serî li darazê bidin.