Bi wesîleya 4'ê Nîsanê şitil li hewşa mala Bûbo Taş hatin çandin

Li hewşa mala Bûbo Taş ê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya fedaî kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.

Bi wesîleya rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêveberiya Mêrdînê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Mezopotamyayê (MEBYA-DER) li navçeya Artûklû ya Mêrdînê şitil çandin.

Şitil li hewşa mala Bûbo Taş hatin çandin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kiribû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek endamên partiyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Heyet piştre derbasî 'Bexçeyê Rêbertî' bû û li vir jî şitil çand.