Gerîlayê HPG'ê Başdînç hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç li goristana Taxa Keşîşoglû ya navçeya Artemêtê ya Wanê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç (Bager Wan) ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a sala 2019’an de şehîd bûbû, hate veşartin.

Cenazeyê Başdînç ewil li Goristana Bêkesan a Erziromê hatibû veşartin û piştî ku testên DNA’yê hev girtin, şevê din anîn Wanê. 

Malbatê, cenazeyê zarokê xwe anî goristana Taxa Keşîşoglû ya Artemêtanê û di bin dorpêça polîsan de veşart.

Malbatê li taxa Sîpan a navçeya Artemêtê li ber mala xwe konê sersaxiyê yê 3 rojan veda.