Gerîlaya HPJ'ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îsal wê bibe saleke stratejîk

"Her sala nû em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nû dikin û li hember tecrîda girankirî ya Îmraliyê şerê xwe dijwartir dikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ew ê îsal ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bibe saleke stratejîk."

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Bermal Dilgeş Amed 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev roj ji bo tevahiya cîhanê rojeke dîrokî û xwedî wateyeke kûr e.

Bermal Dilgeş Amed destpêkê got, "Em 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û gelan hemûyan pîroz dikin. Di vê roja pîroz de em dibînin ku bi fikir û felsefeya Rêber APO çiyayên Kurdistanê hîn bedew dibin. Her ku ev roj tê kelecana dilê me ji hemû kêliyan zêdetir geş dibe. Di her saleke nû de dema ku ev roj tê em hîs dikin ku hîn zêdetir nêzî rastî û azadiya Rêber Apo dibin. Ji bo me şenseke pir mezin e ku vê rojê pêşwazî dikin. Her wiha Ji bo me pir girînge ku em li qadên berxwedanê ne û jiyana me bi van rojên girîng zêdetir bi wate dibe. Rûxmê her şert û zirûfên zehmet jî pîrozkirina vê rojê û xurtkirina girêdana bi Rêber Apo re ji bo her yek gerîlayek tê wateyên pir cuda.”

Gerîla Bermal di dewama nirxandinên xwe de amaje bi rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Bi 4'ê Nîsanê re hestên pir cuda bi me gerîla re rû didin. Ji ber ku em dixwazin vê rojê û hemû rojên xwe yên girîng û pîroz bi Rêber Apo re li çiyayên Kurdistanê pîroz bikin. Ji bo vê jî her sala nû em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nûjen dikin û li hember tecrîda girankirî ya Îmraliyê şerê xwe dijwartir dikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ew ê ev sal ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bibe saleke stratejîk. Dema ku mijar dibe Rêbertî zeman jî mekan jî ji bo me pir girîng dibe. Ev şerê bêhempa ku li çiyayên Kurdistanê bêrawestan dimeşe û roj bi roj nêzî zeferê dibe xwe dispêre vê sedemê. Her kes veya pir baş dizane ku ji bo gerîlayên azadiyê jî û ji bo civakê Kurd û Kurdistan jî Rêbertî xeta sor e û her kêliyê têkoşînê di serî de ji bo Rêbertî tê meşandin. Ji ber ku hebûna me bi hebûna Rêber Apo watedar dibe, azadiya me jî bi her tiştê xwe ve bi azadiya Rêber Apo ve girêdayîy e."

Gerîlaya HPJ'ê wiha dewam kir; "Di her kêliya şoreşê de ji bo jinan girîng e ku ruhê berxwedan û azadiyê hîs bikin û pêşengiyê ji şoreşê re bikin. Bi taybetî ji bo erka sereke ye ku her tim bi Rêber Apo re bijî, xwedî li xeta şehîdan derkevin û temsîl bikin. Ji bo me ferz e ku pêşengiyeke rast bikin. Ji aliyê gel ve jî dema em mêze dikin, fikir û felsefeya Rêber Apo ne bi tenê bi gelê Kurd û jinên Kurd re sînordar e, ev fikir û felsefe îro statuyek gerdûnî qezenç kiriye û em dikarin bêjin ku tevahiya mirovahî hebûna xwe bi vê heqîqetê pênase dike. Mînakên ve rastiyê yên herî berbiçav jî têkoşîna ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran di pêşengiya jin de li hember pergalê modernîteya kapîtalîst û xeta wê ya zilamserwer tê kirin. Îro em li qadan dibînin ku bi rêberiya Rêbertî jin û civak destê hev girtiye û daxwazê mafên xwe yê serxwebûn, azadî û demokrasiyê dikin. Hemû çalakiyên xwe bi felsefeya ‛Jin Jiyan Azadî’ pêk tînin û xwe li derdora vê felsefeyê bi rêxistin dikin. Bi ruhê 4’ê Nîsanê vê şoreşa jinê zêdetir geş kirin û zêdetir çalakirin xwe ferz dike. Ji bo vê jî ji her demê zêdetir jiyana bi ruhê vê rojê û têkoşîna bi vê bingehê di serî de erkê me û erkê jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.”

Gerîla Bermal Dilgeş Amed di dawiya axaftina xwe de got, "Bi wesîleyê vê roja pîroz em şehîdên şoreşa jinê ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve diçe bi bîr tînin û 4’ê Nîsanê li çalakvanan hemûyan pîroz dikin. Em bang dikin ku jin, ciwan û bi giştî civak li derdora fikir û ramanên Rêber Apo kom bibin û di çarçoveya paradîgmayê Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe rêxistin bikin û têkoşîna heyî bilindtir bikin. Bi ruhê 4’ê Nîsanê xwe zêdetir bi rastiya Rêbertî re girê bidin û bi vê rastiyê şoreşê jin geştir bikin. Di dawî de em dîsa 4’ê Nîsanê li hemû gerîlayên Kurdistanê û hemû gelan, bi taybet jî gelên ku dilê wan ji bo azadî û demokrasî lê dide pîroz dikin.”