4'ê Nîsanê li Nisêbînê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akîf Dogan ragihand ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kiriye.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Akîf Dogan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 2 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û destnîşan kir ku wê vê yekê ti carî qebûl nekin.

Yekîneya Tolhildanê got, "Weke ciwanên fedaî yên Rêber Apo me rojbûna Rêberê xwe bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' pîroz kirine."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."