KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker 24 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
HPG: Mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin." -
Malbat ji bo Gorgun ê hatî înfazkirin serî li ÎHD’yê da
Malbata Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku li Mêrdînê hat înfazkirin û ji aliyê rayedarên Tirk ve weke “endamê PKK’ê” hate nîşandan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. -
Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû
5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi erêkirina Peymana Civakî û piştî hilbijartinan bi dawî bû. -
Kongreya Rêveberiya Xweser: Parastina Şengalê, parastina Rêber Apo û Kurdistanê ye
Di kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de, peyam û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Êzîdiyan hatin xwendin. -
Li Şengalê Kongreya Rêveberiya Xweser dest pê kir
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm di Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de got, “Peymana 9’ê Cotmehê bi sekna fedaî ya civaka Êzidî û gelên Ereb têk çû.” -
HPG: Dagirkeran 34 caran êrîşî çeperên berxwedanê kirin
Artêşa Tirk a dagirker 34 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve bombe kir. -
CPT: Li Şêladizê 2 kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin
CPT’ê ragihand ku 2 welatiyên Şêladizê ku cenazeyên wan hatine dîtin, di encama bomberabana balafirên şer yên dewleta Tirk de hatine qetilkirin. -
Komkujiya Enfalê: Bîranîn hatin astengkirin, banga yekîtiyê hate kirin
Merasîmên xizmên qurbaniyên Komkujiya Enfalê hatine astengkirin. Di daxuyaniyan de banga yekîtiyê hate kirin. -
KNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anî
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sed hezaran mirovên di komkujiya ku rejîma dîktator Seddam Huseyîn di bin navê “Enfalê” de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. -
HPG: Heta dawiyê milîtaniya PKK'ê temsîl kirin
HPG'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Heta dawiyê milîtaniya PKK'ê temsîl kirin û li ber êrîşên dijmin rabûn." -
Ji jinên Îran û Rojhilatî anîmasyona ji bo Partiya Çepên Kesk
Jin û hunermendên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmekî anîmasyonê amade kirin. -
NPG'ê bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir
NPG'ê bîlançoya şer a salekê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 2833 dagirker hatin cezakirin. Di êrîşan de 259 gerîla şehîd bûn. -
TJA’yê serdana malbata Şenyaşar kir
Aktivîstên TJA’yê serdana Nobeda Edalatê ya malbata Şenyaşarê kirin û gotin, “ “Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna herî birûmet a me hemûyan e.” -
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş qeza kir
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbû navçeya Qereyaziyê, qeza kir. Beştaş ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. -
HPG: Hevrêyê me Xebatkar û welatparêz Lokman Gorgun şehîd bûn
HPG'ê got, "Di 8'ê Nîsanê de li bejahiya gundê Cinata yê herêma Omeriya ya Mêrdînê hevrêyê me Xebatkar û welatparêzê hêja Lokman Gorgun di êrîşa artêşa Tirk de şehîde bûn." -
Mele Andan: AKP olê bi kar tîne
Endamê DÎK'ê Mele Yûsûf Andan diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê hesasiyetên olî yên civakê bi kar tîne, bi vî rengî propagandayê dike û got, "Quran ji xwe re kirine mertal." -
Bûldan bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê. Bûldan anî ziman ku ew êşa malbatê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikin û got: “Rondikên dayika Emîne li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan.“ -
'Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin'
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê Azad Ebdî li dijî tecrîdê bang li gel kir ku xwedî helwest be û got, "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê li qadan bin. Ji ber ku bi saya Rêber Apo em gihîştin vê encamê." -
Stran Ebdula: Ji bo me şanazî ye ku alîkarê Rojavayê Kurdistanê bin
Berpirsê Ragihandinê ya YNK'ê Stran Ebdula got: "Di dema ku gef û metirsî hebin, pêwîste nêzîkatiya hevbeş a hêzên Kurdî bibe helwestek siyasî û neteweyî." -
Bartin: Ez ê bibim dengê jin û ciwanan
Namzeta Parlamenteriyê ya Colemêrgê ya Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin got, "Em bi mejiyekî despot re rû bi rû ne. Ji bo bibim dengê jin û ciwanan ez ê li meclîsê bim." -
AKP'ê ji bo hilbijartinê dest bi dek û dolaban kir
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê re AKP'ê li Kurdistanê dest bi dek û dolaban kir. AKP û komeleyên wê weke bertîla hilbijartinê pere û koliya xurekê belav dikin. -
Xelkê Mexmûrê Uveyş Ocalan bi bîr anî
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan hat bîranîn. -
Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
Di roja 750’an ya Nobeta Edaletê de, Dayikên Aştiyê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê. -
Li Hewremanê teqîn
Li bajaroka Tewêle ya Hewremanê di encama teqîneke hewanê de, welatiyek jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn.