Tîma Tolhildanê ya YPS-YPS JIN’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Tîma Tolhildanê ya Rêzan Ferqîn ê YPS-YPS JIN li Amedê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan pîroz kir.

Tîma Tolhildanê ya Rêzan Ferqîn ê YPS-YPS JIN Rêzan got, "Bi wesîleya roja vejîna gelê Kurd û rojbûna Rêbertiya me 4 'ê Nîsanê ku roja destpêkirina têkoşîna mirovahiyê ya bi rûmet e di 2’ê Nîsanê de li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê di derdora 22.00'an de û di şeva 3'ê Nîsanê de jî li navçeya Rezana Amedê bi fîşekên hewayî çalakiya pîrozbahiyê hate lidarxistin."

'EM Ê HER ROJ BI COŞA 4'Ê NÎSANÊ BIJÎN!'

Di daxuyaniyê de ev jî hatin gotin:

“Em rojbûna Rêber Apo ya ku vîna azadiyê ya gelan di kesayet û têkoşîna xwe de hêviyê dide her kesî, dengê gelê Kurd heta roja îro aniye, hişmendiya hebûnê ava kiriye, pîroz dikin.

 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd azadiya jinê, bilindkirina berxwedanê, destpêka dîrokî ya azadî, exlaq, wijdan û edaletê ye. Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelên bindest bi taybet jinan da. Rêbertî bi têkoşîna ku da pêş xistin, rastiya pergalê ji roja avabûnê heta roja îro daniye holê û civakê ronî kiriye.

Rastiya pergalê ya ku ji felsefeya Rêber Apo ditirse, bi pergala êşkenceya Îmraliyê êrîşî Rêber Apo dike. Ji ber ku Rêbertî jin ji nûve ava kir, ji bo gelê Kurd bibe xwedî nasname têkoşîn kir û li dijî pergalê hêza rêxistinbûnê pêş xist, desthilatdar gelek bi hêrs in. Weke hêzên YPS-YPS JIN, em ê di çarçoveya felsefeya Rêbertiya xwe ya jiyanê de têbikoşin, her roj bi heyecana 4’ê Nîsanê bijîn û weke gel tola xwe ji rejîma faşîst a li ser esasê xweparastinê hilînin. "