Kujerên welatparêzên Kurd têne veşartin!

Di nava sê salên dawî de li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyeyê 6 êrîş hatin kirin û heta niha kujerên wan ji aliyê PDK-Parastinê ve têne parastin, nehatine girtin. Salek li ser qetilkirina Zekî Çelebî re bihurî, lê hîn jî kujer nehatine girtin.

Di dema dawî de li Başûrê Kurdistanê cînayetên siyasî zêde bûne. Bi taybetî li Silêmaniyeyê di nava van sê salên dawî de 6 êrîş pêk hatine û 5 welatparêz û şoreşger bûne qurbanî.

Îro salvegera 1’emîn a şehîdkirina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî ku li ber derê Xwaringeha Denîz a xwe hatibû qetilkirine. Tevî ku di çapemeniyê de wêneyên kujeran hatin belavkirin jî, heta niha nehatine girtin. 

Piştre derket holê ku kujer reviyane Hewlêrê û ji aliyê PDK-Parastinê ve tê parastin. 

Di serî de 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.

Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28'ê Tebaxa 2022'an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin.

Dîsa li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê 4’ê Cotmeha 2022’an Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Herî dawî li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê 17’ê Nîsana 2023’an di encama êrîşeke çekdarî de li hemberî Huseyîn Turelî hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrîşek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû. 

Tevî gelek hewldanan ji bo eşkerekirina kujeran ti daxuyanî ji aliyê rayedarên ewlekariyê ve nehatine parvekirin. Li gorî daxuyaniyên ewlekariyê Herêma Başûrê Kurdistanê hinek kujer hatine girtin, lê heta niha nasnameyên wan nehatine diyarkirin û nayê zanîn bê ka çarenûsa wan bûne çi.