'Bi vegera li Şengalê bersivê bidin êrîşan'

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li Xanesorê destnîşan kir ku helwesta wan a li hemberî êrîşan wê timî berxwedan be û bang li Şengaliyên li kampan jî kir ku bi vegera li warê xwe bersivê bidin êrîşan.

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser navçeya Xanesor a Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDK û dewleta Tirk ji bo vegera gel a ji bo Şengalê asteng bike, serî li hemû rê û rêbazên cûda didin. Her wiha got, wek Rêveberiya Xweser wê li beramberî hemû êrîşan helwesta wan berxwedan be, divê helwesta gel jî vegera ser axa Şengal be.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye;

"Di çarçoveya pêkanîna peymana 9'ê Cotmehê de êrîşên li ser civaka Êzidî her ku diçe zêde dibe. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK ji bo ku civaka Êzidî bê îrade bikin û Şengalê vala bikin çi ji destê wan tê dikin. Di vê dema hesas de ku ji gelek aliyan ve êrîşên dijwar li ser civaka me hene, hikumeta Iraqê bi awayekî eşkere civaka Êzidî paşguh dike û li bemberî hemû êrîşan bêdeng dimîne. Ev bêdengî tê wateya hevkariya bi van êrîşan re.

Di hefteya bihurî de Serokwezîrê Iraqê Mehmed Şiya Sudanî serdana Nînowayê kir, qaşo ku wê serdana Şengalê jî kiriba. Lê di kêliyên dawiyê de hatina xwe ya Şengalê bi hincetên cûda betal kir. Ev nêzîkbûna hikumeta Iraqê ya li hemberî Şengal û civaka Êzidî, nîşaneya erk û berpirsiyarê wan e.

8 sal derbas bû xelkê  Êzidî hîna di kampên Başûrê Kurdistanê di binê konan de ye. Di vê dema dawiyê de gelek malbat dixwazin vegerin ser axa xwe Şengalê. Tevî ku PDK bi hemû rê û rêbazan li pêşiya vegera gel dibe asteng, lê rojane bi dehan malbat vedigerin Şengalê. Îro wê 54 malbat bi hevre vegeriyabana ser malên xwe. Lê ji bo veger bê astengkirin û çavê gel bê tirsandin dewleta Tirk êrîşî Şengalê kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê bombe li maleke li bajarokê Xanesorê li ser sivîlan barand û hate gotin, "Di êrîşê de ziyanên canî çênebûn, lê  ziyanên madî li malên sivîlan bû. Ev êrîş di demekê hate kirin, ku berî rojekê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartin hebûn. Di van hilbijartinan de Erdogan bi hîleyan xwest ku li ser desthilatê bimîne. Erdogan ê faşîst di hilbijartinan de nikaribû bi ser bikeve. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê 28'ê Gulanê pêk were. Ji bo ku Erdogan piştgiriyê ji faşîstan bigire ew ê li ser hemû gelên azadîxwaz êrîşên xwe dewam bike. Ji bo van êrîşa jî lazime gelê me hişyar be û rê nedin kesên îxanetkar bigihêje hedefa xwe.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin, li beramberî hemû êrîşan wê helwesta me berxwedan be, divê helwesta gelê me jî vegera li ser axa Şengal be."