HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Licê şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di 10’ê Gulanê de li Licêya Amedê gerîlayên bi navê Dilgeş Zagros (Serhat Yalçin) û Bawer Korkmaz (Mûrat Aslan) şehîd bûne.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di 10’ê Gulanê de li Licêya Amedê gerîlayên bi navê Dilgeş Zagros (Serhat Yalçin) û Bawer Korkmaz (Mûrat Aslan) şehîd bûne û nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li dijî hêzên me didomîne. Di 10’ê Gulana 2023’an de li navçeya Licê ya Amedê li dijî hêzên me operasyonek hate kirin. Ji ber vê operasyonê di navbera hêzên me û dagirkeran şer çêbû û dagirkeran bi helîkopteran qada şer bombe kirin. Yek ji fermandarên me yên bi rûmet Dilgeş Zagros û hevrêyê me Bawer ku li hemberî êrîşa dijmin bi fedaî û heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dan û bûn yek ji nûnerên herî dawî yên kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê û şehîd ketin. Her du hevrêyên me xwedî têkoşîneke bênavber û serkeftî bûn û bûne mînakên bêhempa yên milîtaniya Apoyî.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me xwe re dixwazin ku wan zarokên xwe yên hêja tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirine.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne

Nasnav: Dilgeş Zagros

Nav û paşnav: Serhat Yalçin

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê û nav: Cemîle - Selîm

Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an - Amed

 

Nasnav: Bawer Korkmaz

Nav û paşnav: Mûrat Aslan

Cihê jidayikbûnê: Wan          

Navê dê û nav: Hanim - Mûstafa

Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an – Amed

DILGEŞ ZAGROS

Hevrêyê me Dilgeş li navçeya Çelê ya Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrê Dilgeş ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê heta niha bi Partiya me ve girêdayî ye û ji dil bawer dikir ku Partiya me wê azadiya gelê me misoger bike. Ji bo vê jî zarokên xwe bi hişmendiyeke welatparêzî û li gorî cewhera kurdayetiyê mezin kir. Dijmin ji bo ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji gel qut bike; ji bo gelê me yê tî yê azadiyê asîmle bike û qirkirina Kurdan bidomîne, polîtîkayên valakirin û şewitandina gundan xist meriyetê. Di wan salan de gundê Guzereşê yê hevrêyê me Dilgeş jî hatibû şewitandin û hilweşandin. Ji ber vê yekê malbata hevrêyê me pêşî derbasî Colemêrgê, piştre jî derbasî Geverê bûne. Ev malbata hêja ku ji zû de fêm kir ku dijmin dixwaze gelê me ji Kurdistanê derbixe, bi israr mayîna li Kurdistanê tercîh kir û polîtîkayên dijmin pûç kir. Di heman demê de bi cihgirtina di hawîrdoreke ku têkoşîneke berdewam tê jiyîn de, rûmeta xwe parastin û ji helwesta xwe ya welatparêzî tawîz nedan. Hevrêyê me Dilgeş ku di malbat û derdoreke wisa bi qîmet de mezin bû, bi awayekî xwezayî ji biçûkatiya xwe ve derfeta naskirina Partiya me bi dest xistibû. Dîsa ji ber ku bi xwe ji biçûkatiya xwe ve rastî zext û êşkenceyên dijmin dihat, rastiya dijmin baş nas dikir. Hevrêyê me Dilgeş ku mîna her ciwanekî li Kurdistanê li hember gerîla xwîngerm e, ji dil bawer dikir ku şoreşa azadiya Kurdistanê wê teqez pêk were û difikirî ku divê ew jî di vê pêvajoya şoreşê de cih bigire. Li ser vê bingehê demeke dikeve nava lêgerînê û bawer dike ku dikare jiyana azad û firsenda têkoşînê ya lê digere di nava refên gerîla de li çiyayên Kurdistanê bibîne. Bi vê hişmendiyê di sala 2010’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku jê ne xerîb bû û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi perwerdehiya nû ya şervaniyê ku dît, yekemîn zanîna jiyana gerîla û çiyayî bi dest xist û bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû û di demeke kin de hînÎ jiyana çiya bû. Hevrêyê me Dilgeş ê ku xwe di warê bîrdozî û leşkerî de perwerdekirin esas girtiye, her tim ji bo qadên ku şerê giran lê ye pêşniyara çûyînê kiriye. Di wê baweriyê de bû ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me ancax bi bilindkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî dikare bê astengkirin û di vê çarçoveyê de tevlîbûn esas girt. Piştî ku demeke dirêj xwe perwerde kir di warê leşkerî de ezmûneke mezin bi dest xist û di warê bîrdozî de jî di bin her şert û mercî de îdîa û biryardariya jiyana di milîtaniya Apoyî de nîşan da. Hevrê Dilgeş ku mîna milîtanek demê ji bo her erkê xwe amade kir, li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me, di çeperên berxwedanê de cih girt û bi parastina gelê me serbilind bû. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û pêşengtiya berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Zapê di navbera salên 2015-2017’an de kir. Hevrêyê me yê ku di vê pratîka şerê dijwar de tecrubeyeke mezin bi dest xist, bû namzetê fermandariyê yê bi hêvî. Hevrêyê me Dilgeş ku xwest tecrubeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve bike û di şerê gerîla yê serdema nû de xwe pêşde bibe, demekê perwerdeya hunera bîrdozî û leşkerî dît. Bi van perwerdehiyan re dersên mezin ji ezmûnên xwe derxistiye û bi awayekî zanistî li şer mêze kiriye. Hevrêyê me Dilgeş ku azadî û ewlehiya gelê me di ser her tiştî re digire dest, xwest li cihê ku êrîş li dijî gelê me çêbibe, li wir cih bigire. Di sala 2018’an de li gel gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê tevlî berxwedanê bû. Tu carî nekarî dagirkeriya Efrînê û qetlîamên li ser gelê me bipejrîne û ji bo derbên giran li dimin bixe ketiye nava lêhûrbûnê. Hevrêyê me Dilgeş ku bi saya karakterê xwe yê azwerî tu carî têkçûn qebûl nekir, soz da ku ew ê tola gelê me hilîne û di lêgerîna soza xwe de bû. Hevrêyê me Dilgeş ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, pêşniyaz kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Di wê baweriyê de bû ku serkeftin bi têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêkan e. Dîsa difikirî ku dewleta Tirk a ku ji tecrîda mutleq a li ser Rêbertiya me berpirsyar e û ji ber ku gelê me hema hema her roj bi zext û komkujiyan re rû bi rû maye, divê tenê dijmin bi zimanê ku fêhm dike bersiv bê dayîn.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Dilgeş ku derbasî qada Amedê bû, erka fermandariya herêmê girt ser milên xwe. Li qada Amedê hem ji bo rêxistiniya Şerê Gel ê Şoreşger kedeke mezin da û hem jî ji bo hesabê komkujiyên li ser gelê me ji dijmin bipirse di geşkirina gelek çalakiyan de rola pêşeng lîst. Hevrêyê me Dilgeş ku bi ked, fedekarî û baweriya xwe ya bi serkeftinê re rêza hemû hevrêyên xwe yên bi wan re li ber xwe da girt, li hember operasyona ku di 10’ê Gulana 2023’yan de ji aliyê dijmin ve hatibû pêk anîn, heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Dilgeş ê ku pêkanîna pêwîstiyên milîtaniya Apoyî weke armanca sereke ya jiyana xwe diyar kir, bi berxwedaneke mezin gihişt vê armancê û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girt.

BAWER KORKMAZ

Hevrêyê me Bawer li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku di nava civaka xwezayî ya gund de mezin bûye û çanda qedîm a Serhedê ji malbata xwe girtiye, hîna di temenê zarokatiyê de taybetmendiyên xwe yên Kurdîtiyê parastiye. Ji demê ciwantiya xwe û vir ve, ji bo ku di aliyê madî de piştgiriyê bide malbata xwe li gelek bajarên cuda di karên cuda de dixebite û bûye xwedî jiyanek bi kedê hatî hûnandin. Bi taybetî di demê ku li metropolên Tirkiyeyê kar dikir de, gelek guman di serê wî de çêdibûn. Hem ji ber Kurdbûna xwe timî rû bi rûyê zexta dijmin dima, hem jî şik û gumanên refan ji kûrahiyê hîs dikir, ev jî bûn sedem ku ev guman pê re çêbibin. Hevrêyê me Bawer ji bo derbaskirina gumanên xwe û jiyana xwe bi rengekî hîn bi watedartir bidomîne, ket nava lêgerînan û rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas kir. Bawer kir ku jiyanek bi rûmet encex bi felsefeya Rêber Apo pêkan e. Hevrêyê me Bawer gelek pê bandor bû ku di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, gelê me li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di nava berxwedanê de ye û bi ti awayî polîtîkayên dijmin qebûl nake. Hevrêyê me bawer kir ku ew jî weke ferdekî vî gelî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bîne cih û ji bo têkoşînê ketiye nava lêgerînan. Hevrêyê me Bawer xwest tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser bibe ku salên 2015-2016’an li bajarên Kurdistanê dewam dike, tevî ku gelek hewldan jî kir lê ev xwesteka wî pêk nehat. Lê dest ji xwesteka xwe ya têkoşînê berneda û sala 2016’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku ji eyaleta Amedê tevlî nava refên gerîla bû, di nava şert û mercên şer de perwerdeya xwe ya destpêkê dît. Lewma di demek kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Ji ber ku di nava şert û mercên şer de û bi taybetî tevlîbûna ya ji Bakurê Kurdistanê, ew di hunera gerîla de pêş xist. Taktîkên şer ên gerîla di demekî kurt de fêr bû û xistiye pratîkê. Bi alîkariya hevrêyên xwe û ji tecrubeyên wan ên bi salan sûd wergirt û bûye gerîlayek bi tecrube. Hevrêyê me Bawer hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi serketinên xwe yên di çalakiyan de danî holê û di her derbeya ku li dijmin dixist de, gelê me hinekî din jî nêzî xeyalên azadiyê yên bi sedan salan kiriye. Bi cesareta xwe ya li hemberî dijmin, tevlîbûna xwe ya bi moral a di jiyana xwe de, sekna xwe ya sempatîk ji hevrêyên xwe re bûye çavkaniya hêzê. Dîsa xwe di her qada jiyan û şer de berpirsyar hîs kiriye û kariye bibe mîlîtanekî pêşeng. Hevrêyê me di wê zanebûnê de bû ku mîlîtanek Apoyî divê xwe ne tenê di wateya leşkerî de, di heman demê de xwe di wateya îdeolojîk de jî pêş bixe. Esas girtiye ku timî li dora analîzên Rêber Apo xwe perwerde bike. Bi dersên ku ji jiyana xwe derxistî û bi zanistên ku ji van analîzan girtî, hem kesayeta xwe bi rengekî rast girtiye dest û çareser kiriye, hem jî hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşiyaye gihandiye hêza çareseriyê. Lewma ji bo ku li qada ku xebat lê dimeşîne kêmahî û şaşitiyên xwe sererast bike, kedek mezin daye. Mekanîzmaya rexne û rexnedayînê rast û di demê xwe de pêk aniye û pêşengî kiriye ji holê rakirina kêmahiyên xwe yên heyî re kiriye. Hevrêyê me Bawer di wê zanebûnê de bû ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê rastiya şehîdan û Rêber Apo, di rapora ku nivîsandî de ev rastî wiha aniye ziman, ‘Ez diyar dikim ku li ser kêmahiyên di pratîkê de derketine, ez di şexsê xwe de lêhîrbûnê dikim. Ez ji xwe re weke pîvan û hêmanekî esas digirim ku xwedî li ked û têkoşîna Mazlûman, Hayriyan, Kemalan, Zîlanan derbikevim û hêmanên hevrêtiyê xurt bikim, bi hêza ku ji şehîdan digirim bijîm. Ez dikarim diyar bikim ku ji bo ku li dijî fêrbûnên xwe yên berê têbikoşim, bibim layiqê kedên ku Rêber Apo bi salane dayî û bibim endamekî rastiya civakî ya ku wî armanc kirî, min berê xwe daye perwerdeyê’.

Hevrêyê me Bawer li gel pratîka xwe ya serketî ya li qada Amedê, bi sadetî û dirûstiya xwe ya di têkiliyên xwe hevrêtiyê de rêzdarî û hezkirina hevrêyên xwe hemûyan qezenc kiriye. Li dijî operasyona dijmin a di 10’ê Gulana 2023’an de pêk anî, bi fedaiyane şer kiriye û tevlî karwanên şehîdan bûye. Em di şexsê hevrêyê Bawer de soza pêkanîna xeyalên azadiyê ya şehîdên xwe hemûyan, car din dubare dikin.”