Xelkê Şengalî: Bi êrîşan nikarin îradeya me teslîm bigirin

Xelkê Şengalî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Bi van êrîşan nikarin îradeya gelê me teslîm bigirin.” Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan jî bang li civaka navneteweyî hate kirin.

Balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker duh malek li bajarokê Xanesorê kir hedef.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, xelkê Şengalê li cihê êrişên kombûn û daxuyaniyek li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û bang li hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî hate kirin ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker were girtin. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Endamê Meclisa Xanesorê Elî Hamid ve hate dayîn.

Elî Hamid destnîşan kir di encama êrişê de zererek mezin gihaye gelek malên welatiyan û wiha got: “Her dema ku gelê me xwestiye vegere ser malên xwe, dijî gelê me planên mezin hatine kirin da ku Êzidî nevegerin ser warên xwe. Em hêvîdarin gelê me li hember van êrişa bê hêz nebe, em dizanin îradeya gelê me ji hemû êrişa mezintir e. Em civaka Êzidî di dîrokê de gelek êriş û ferman dîtine, gelek êş kêşandine, lê me tu cara îradeya xwe teslîmî tu kesî nekiriye. Em bang li hemû saziyên navdewletî dikin ku hemberî van êrişan bêdeng nebin û sînorekî ji Erdoganê faşîst re deyînin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zabîda Şengalî jî balkişand li ser armanca van êrişan û got: “Ev êrişên li ser Şengalê pêktên, di çarçoveya Peymana 9’ê Cotmehê de ne. Heya niha li hemberî vê peymanê me li ber xwe daye û rê nedaye ku ev peyman li ser Şengalê pêk were. Çiqas êriş li ser me pêk werin jî em ê dest ji axa xwe bernedin û nahêlin tu peyman li ser me pêk bên. Em jî wek Şengalê parçeyek ji Iraqê ne, ger Iraq me parçeyek ji xwe hesab dike, bila serweriya xwe biparêze û hemberî van êrişan xwedî helwest be.”

Her wiha xwediyê mala hatî hedefgirtin Şêx Kemal jî wiha got: “Min tenê ev mal hebû ew jî bû hedefa balefirên dewleta Tirk û bi temamî xirabûye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.