Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna edaletê veguhezînin Enqereyê

Ferît Şenyaşar ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dewam kir got, "Ez ê têkoşîna edaletê veguhezînim Enqereyê û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne.”

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 787’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta îro kirin.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Welatê me di pêvajoyek zehmet de derbas dibe. Ez spasiya hemû kesên ku piştevaniya me kirin, dikim. Ez ê têkoşîna edaletê veguhezînim Enqereyê û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne. Ez ê li Meclisê bibim dengê hemû mexdûrên edaletê. Ez ê derkevim pêşberî kesên ku guh nadin qîrkirina me ya edaletê. Ez ê li Enqereyê li serûçavê yên ku guhê xwe ji edaletê re girtine, edaletê qîr bikim.”