Li Silopiyayê terora bi wesayita zirxî: Zarokek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li zarokekî 5 salî xist. Zarok bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li zarokekî 5 salî xist. Zarok bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, li taxa Dîcle ya Silopiyayê, êvara 16'ê Gulanê zarok Y.Y. ê 5 salî li ber mala xwe dilîst, lê belê wesayita zirxî lê qelibî.
Zarok bi giranî birîndar bû û birin Nexweşxaneya Delwetê ya Silopiyayê.
Hate tespîtkirin ku hestiyê piştê yê zarok şikestiye û bi rîska ku nava wî xwîn bûye birin nexweşxaneyeke taybet a li Xarpêtê.
Malbata Y.Y. diyar kir ku bûyer 'qeza' ye û zarokê wan li beşa lezgîn tê dermankirin.