KJK: Meha Gulanê navê berxwedan û biryardariyê ye

Koordînasyona KJK'ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Meha Gulanê ji bo tevgera me ya azadiyê navê berxwedan, îdîa, soz û biryardariyê ye."

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê weşand û diyar kir ku meha Gulanê di heman demê de meha bilindkirina nirxên demokratîk, biratiya gelan û têkoşîna yekbûyî ye.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Meha Gulanê meha ruh û wê xetê ye ku bi hezaran şehîdên Kurd û Tirk bi xwîn û xwêdana xwe têkoşîn, rûmet û îrade li her rojekê wê bi cih kirin. Me hêza xwe ya têkoşînê ya nîv sedsalê ji van şehîdên leheng wergirtin. Fedakarî, dilsoziya li jiyanê û wêrekiya wan em gihandin vê astê, ji niha û pê ve jî pêşiya meşa me wê bi ronahiya van şehîdan her tim ronî bibe. Her şehîdekî me weke lêgerînerên rastiyê dest bi vê rêwîtiyê kirin û bi meşa xwe ev rê gihand ebediyetê. Bi gotina Rêber Apo, ew endamên rasteqîn ên partiyê ne. Wan di mirinê de jî jiyana nû afirandin. Ji ber vê yekê dirûşma me ya 'Şehîd namirin' herî zêde di meha Gulanê de bi wate bûye û her tim xwe zindî kiriye. Li dijî sîstema kapîtalîst ku mîna dizekî nirxên gelan didize, canê xwe dan. Dema ku canê xwe dan jî timî xwe deyndarê gel dîtin. Meha Gulanê navê nirx û rastiyeke bi vî rengî ye.

Meha Gulanê ji bo tevgera me ya azadiyê navê berxwedan, îdîa, soz û biryardariyê ye. Rêber Apo di berbanga 6'ê Gulanê de li girtîgeha Mamakê dema ku ji pêşengên Tevgera Ciwanan a Şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan birin sêdarê, şahidî ji vê yekê re kir. Van rêberên şoreşger li sêdarê li dijî hikumeta darbekar a 12'ê Adarê dirûşma 'Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk' qîriyan. Rêber Apo jî weke nîşaneya dilsoziya bi van rêberên şoreşger re, soza bilindkirina têkoşînê ya ji bo her şehîdî, afirandina rêbaza rast a têkoşînê yekemcar di şexsê van şehîdên şoreşger de da. Denîzan bi têkoşîn û şehadeta xwe nîşanî gelên Tirkiyeyê hemûyan dan ku bi kîjan rê û rêbazê gel dikare ji vê xeleka tekperest a faşîzmê rizgar bibe. Ji ber vê yekê meha Gulanê meha bilindkirina nirxên demokratîk, biratiya gelan û têkoşîna yekbûyî ye.

Di 18'ê Gulana 1977'an de hevrêyê me yê hêja Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot 'ruhê min ê veşartî ye', ji aliyê rêxistina sîxur Stêrka Sor ve bi komployekê li Dîlokê hate qetilkirin. Ev yek bû xeleka destpêkê ku meha Gulanê bibe meha şehîdan. Hevrê Hakî weke şehîdê me yê enternasyonal ê destpêkê, reng, armanca têkoşîna me hîn ji roja destpêkê ve diyar kir. Rêber Apo jî bi dilsoziya bi hevrê Hakî re têkoşîn kir partî û soz da ku weke PKK'ê dewam bike. Ji ber vê yekê PKK weke partiyeke şehîdan bi ciwantiyê dest bi vê rêwîtiyê kir, bi eşqa azadiyê her tim ciwan ma û bi vê diyalektîka ku şehîdên me afirand wê vê têkoşînê bi ciwantî bi ser bixîne.

Di 17'ê Gulanê de zindana Amedê şahidî ji Berxwedana Çaran re kir, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner li dijî kiryarê şikandina rûmetê yên li zindanê dihatin ferzkirin bedena xwe dan ber agir, ji bo kesên ku dixwestin agir vemirînin gotin, 'Yên avê lê bikin xayin in', di vê astê de xwe kirin îrade.

Her wiha di 16'ê Gulanê de bi operasyona xiyanetê re ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK navê operasyona berbangê lê kirin, li Hewlêrê li mala birîndaran û saziyên me, her wiha li qada Dola Mara ya Avaşînê di serdegirtinan de tevî Hêlîn, Hêvîdar, Zinarîn, Dîcle, Rûken Karadagi û Çiya bi dehan hevrêyên me yên hêja bi xayintî hatin qetilkirin. PDK îro jî li ser heman xeta xiyanetê dimeşe, li dijî gerîlayên azadiyê ku hêviya gelê Kurd û gelên bindest e, li aliyê mêtingeran cih digire, hevrêyên me qetil dike û bi esasî dixwaze ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd têk bibe.

Hozan Mizgîn li Kurdistanê li dijî aliyê parçekirinê yê pozîtîvîzmê bû navê yekgirtina huner û şoreşê. Ew bi dengê xwe yê zelal ji bo me bû mînaka herî xweş û bi wate ku şoreş bê huner bi pêş nakeve û huner jî ji şoreşê serbixwe bi pêş nakeve. Di têkoşîna me ya azadiya jinê de weke yekemîn fermandara eyaletê di dîrokê de cihê xwe girt, di 11’ê Gulanê de li dijî banga teslîmiyetê ya dijminê faşîst ê mêtinger heta kêliya dawî li ber xwe da, bombeya xwe di xwe de teqand û tevlî karwanê şehîdên meha Gulanê bû. Gelê me yê welatparêz ê Êlih û Tetwanê weke nîşaneya dilsoziya xwe ya bi şehîda leheng re teslîmî faşîzma AKP-MHP’ê nebû, navê keçên xwe kirin Mizgîn û weke şopdarên têkoşîna wê mezin kirin.

Ji Agirî Jîne, Ayten Bagok, Bêrîvan, Şevîn Şakir, Rozerîn Dersim û Nûdem Êrîş ên li çiyayê Bagokê bi berxwedana xwe bûn efsane û şehîd bûn heta bi 28 ciwanên Kurd ên ewladên leheng ên TOLHILDAN'ê, ku hêvî, jiyan, rûmet li çiyê dîtin, bi eşq berê xwe dan çiyê û li çiyayê Bezarê bi êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst mêtinger hatin qetilkirin; ji Îbrahîm Kaypakkaya ku 18'ê Gulanê li zindana Amedê dema ku bi êşkenceyên li derveyî mirovahiyê hate qetilkirin li dijî êşkencekaran bi berxwedana xwe ser da lê sir neda heta bi Halîl Çavgûnan; Ji Mehmet Karasûngûr ê ku ji bo belavkirina tovên gerîla li her bihosta Kurdistanê û zindîkirina ruhê yekîtiya neteweyî li çiya, bajaran geriya, hewl da û di wê oxirê de şehîd bû heta bi Îbrahîm Bîlgînan, ji endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn heta bi keça bi fûlara sor a çalakiyên Gezî Ayşe Denîz ku li Reqayê şehîd bû; di şexsê hevrêyan hemûyan de yên ku ev wateya dîrokî dan meha Gulanê û xeleka berxwedanê xurt kirin, hemû şehîdên meha Gulanê û di şexsê wan de jî hemû şehîdên şoreşê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin. Em bang li jinan û gelan hemûyan dikin ku ji bo xwedîderketina li şehîdan, tevlî bicihanîna paradîgmaya me bibin, nirxên demokratîk û komunal ên şehîdan hîn bêhtir mezin bikin."