Daxuyaniya KCK'ê ya li ser hilbijartinê: Li Tirkiyeyê faşîzm wê teqez hilweşe

KCK'ê diyar kir ku hilbijartin di nava şert û mercên giran ên zordariyê de hate kirin, encam jî ne mîna ya hatiye eşkerekirine û got, "Li Tirkiyeyê faşîzm wê teqez hilweşe û Tirkiye wê demokratîk bibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di 14'ê Gulana 2023'an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomarî û parlamentê hate kirin. Ji ber xetereya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelan, hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an gelekî girîng hatibû dîtin û bi mehan e bû rojeva herî girîng a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi baweriya xwe ya li demokratîkbûnan Tirkiyeyê, azadiya Kurdistanê û jiyana wekhev û bi hev re ya gelan, ji bo civaka Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, kedkar, jin, ciwan û hemû beşên civakê yên demokratîk li dijî faşîzmê îradeya xwe ya demokratîk nîşan bidin, em ev pêvajo erênî dîtin û di vê çarçoveyê de nirxandin.

GELÊ ME RÊ NEDA FAŞÎZMÊ, KURDISTAN KIR NAVENDA TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK

Desthilatdariya AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemû, her wiha her cûre zext, zordarî û tundî xiste dewrê, xwest ku îradeya gelê Kurd û hemû beşên civakê yên demokratîk neyê nîşandan, lê belê gelê Kurdistanê yê welatparêz li ber her cûre zext û zordariyê rabû, hemû beralî kir û di hilbiajrtinê de îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan da, mohra xwe danî binê serketineke mezin.

Em dikarin bêteredût dibêjin ku gelê me di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an de li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke xurt nîşan da û derseke dîrokî da AKP-MHP a faşîst mêtinger qirker û dijminê Kurdan. Ji ber vê serketina dîrokî û bi wate ya gelê Kurdistanê yê welatparêz, em ji dil pîroz dikin û ji ber vê serketina dîrokî silav dikin. Gelê me bi ti awayî rê neda faşîzmê û Kurdistan kir navenda têkoşîna rewa ya demokratîk. Ev helwesta ku gelê me nîşan da, gaveke gelekî girîng e ku wê dawî li faşîzmê bîne. Eşkere ye ku pêvajoya bê jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û rizgariya civaka Tirkiyeyê ji nava pençeyên faşîzmê, girîngiya Kurdistanê wê ji aliyê her kesî ve hîn baştir bê fêhmkirin û Kurdistan wê li ser vê bingehê bi roleke dîrokî rabe.

JINAN PÊŞENGÎ JI KARÊN HILBIJARTINÊ RE KIRIN

Jin bi rengekî çalak tevlî karên hilbijartinê bûn, ji her kesî bêhtir xwedî li pêvajoyê derketin û pêşengî ji karên hilbijartinê re kirin. Lewma ji bo afirandina temsîliyeteke xurt a jinan pêşketineke gelekî girîng û cihê şanaziyê ye. Di çarçoveya baweriya me ya bi tesmîliyeta wekhev û îradeya jinê de, em van encaman gelekî erênî dibînin, ji ber vê encamê jî jinan pîroz dikin, silav dikin.

HILBIJARTIN DI NAVA ŞERT Û MERCÊN GIRAN ÊN ZORDARIYÊ DE HATE KIRIN

Hilbijartinên 14'ê Gulanê di nava şert û mercên welê de pêk hatin ku zexta antî demokratîk gihîşt asta herî bilind. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku hêza dewletê di destê wê de ye û hêza rêvebirina dewletê ye, li her devera Tirkiyeyê zexta li ser civakê zêde kir û hewl da ku nehêle îradeya demokratîk a civakê bê nîşandan. Lê belê zexta li Kurdistanê û li ser gelê Kurd hîn giran û tund bû. Armanca bingehîn a desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirkirina Kurdan bû, lewma jî hêza dewletê hemû xiste dewrê, zexta li ser gelê Kurd bênavber meşand û di pêvajoya hilbijartinê de ev zext girantir kir. Bi konsepta tasfiyekirin û qirkirinê re, ku weke plana çalakiyê ya têkbirinê tê naskirin û ji 24'ê Tîrmeh 2015'an û vir ve di meriyetê de ye, desthilatdariya AKP-MHP'ê xwest ku îrade û hebûna gelê Kurd bi temamî ji holê rake. Di çarçoveya vê konsepta tasfiye û qirkirinê de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd polîtîkayeke kêmdîtî ya zext û tundiyê meşand. Bi deh hezaran mirov hatin destgîrkirin, hatin girtin, êşkence li wan hate kirin, bi dehan welatparêz hatin qetilkirin. Hewl hate dayin ku civak bi zext, tundî û birçîbûnê bê tepisandin û terbiyekirin. Li Kurdistanê welatparêzekî bi tenê name ye ku nehatiye lêpirsîn, nehatiye dadgehkirin. Îradeya gel her carê hate desteserkirin, saziyên rewa yên demokratîk ên gel hatin desteserkirin, nûnerên rewa hatin girtin, li şûna wan qeyûmên faşîzmê hatin bicihkirin. Li Kurdistanê mirov ji ber destgîrkirin, girtin û zextê nema karîn wezîfeya xwe bikin, bixebitin. Yên ku xwedî li saziyên demokratîk û siyaseta demokratîk derdiketin jî her carê hatin destgîrkirin û girtin. Bi vî rengî kir ku saziyên gel nikaribin bixebitin, pêşî li siyaseta demokratîk girtin. Doza girtinê li HDP'ê hate vekirin, xwestin ku gelê Kurd, hêzên demokratîk, kedkar, jin di hilbijartinê de bêalternatîf bêne hiştin û li derveyî hilbijartinê bimînin. Li Tirkiyeyê hilbijartin di nava şert û mercên bi vî rengî de hate kirin. Bi giştî li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistanê bêyî nirxandina polîtîka û zextên faşîst, nirxandineke rast a hilbijartinê nikare bê kirin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê beriya hilbijartinê, di heman demê de di dema hilbijartinê de jî polîtîkaya zext û tundiyê meşand, dema ku hilbijartin nêzîk bû zext girantir kir. Demeke kurt beriya hilbijartinê operasyonên siyasî yên berfireh kir, bi dehan rojnamevan, parêzer, siyasetmedar û kesên ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya hilbijartinê bûbûn destgîr kirin, girtin. Bi rêya van operasyonan hate xwestin ku gel bê tepisandin, pêşî li karên hilbijartinê yên demokratîk û amadekariyan bêne girtin û bêne belavkirin. Li gel ewqas, zext, tepisandin û operasyonan ku demeke kurt beriya hilbijartinê hatin kirin, gel dest ji helwesta xwe ya demomkratîk berneda û di hilbijartinê de derbeke gelekî mezin li faşîzmê xist. Gel piştgiriyeke xurt da hêzên demokrasiyê û namzetên demokratîk, hebûna lawaz a AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê hîn lawaz kir û nehişt faşîzm bikeve Kurdistanê.

ENCAM NE MÎNA YA HATIYE EŞKEREKIRINE

Encama ku di hilbijartinê de derkete holê teqez ne weke ya ku hatiye nîşandane. Faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê bi zext û tundiyê hewl da pêşî li îradeya demokratîk a gel bigire, di heman demê de serî li her cûre hîle û fenan da û encam jî berevajî kir. ji bo encamên ku gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk li gel her cûre zext û tundiyê bi dest xistin ji holê bê rakirin, desthilatdariya AKP-MHP'ê serî li her cûre hîleyan da. Li nava raya giştî jî eşkere bû ku gelekî hîle hate kirin, bi pûsûlayên dengan û lîsteyên encama dengan hate lîstin. Lê belê yên ku hatin tespîtkirin û nîşandan, beşeke biçûk a rastiyê ye. Li Kurdistanê bi sed hezaran deng nederbasdar hatin hesibandin, ewqas jî li ser hesabê partiyên cuda hatin nivîsandin û bi vê rêbazê hewl hate dayin ku dijminê Kurdan MHP a faşîst xurt bê nîşandan. Lewma encamên rasteqîn ên hilbijartinê ne mîna yên hatine nîşandane. Encamên fermî yên hatin eşkerekirin, radixe pêş çavan bê desthilatdariya AKP-MHP'ê îradeya gel di kîjan astê de desteser kiriye.

Faşîzma AKP-MHP'ê pêvajoya hilbijartinê bi temamî li ser dijminatiya li Kurdan û dijberiya li Kurdan meşand, hestên şoven nijadperest û neteweperest sor kir û bi dijwariya li Kurdan hewl da bandorê li girseyên gel bike. Bêguman bi piştgiriyeke xurt a şerê taybet û medyayê, bandor li girseyên li Tirkiyeyê kir û li aliyê xwe hişt. Lê belê ev polîtîka bi esasî bi ser neket, beşa herî zêde ya civaka Tirkiyeyê ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û tevgera bi Kurdan re helwest nîşan da. Ev yek helwest û pêşketineke girîng e. Li Tirkiyeyê hezeyanên faşîst şoven bi temamî nehatibin qedandin jî têkiliya erênî ya gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê paşerojê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê zemîneke gelekî girîng û xurt nîşan dide. Ji xwe gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê bi feraseta tifaqa demokratîk tevlî hilbijartinê bûn, ev yek jî bû faktora herî girîng a encama serketî ya hilbijartinê.

LI TIRKIYEYÊ FAŞÎZM WÊ TEQEZ HILWEŞE

Bêguman bi nêzîkatiyeke hîn têgihiştî û karekî hîn xurt, encamên hîn erênî dikarîbû bihatina bidestxistin. Şert û mercên vê yekê, her wiha amûrên wê jî hebûn. Lê belê nêzîkatiyên teng bûn sedem ku encameke hîn mezintir bi dest nekeve. Gigrîng e ku ev yek ji gelek aliyan ve bê nrixandin û encam jê bê wergirtin. Di pêvajoya hilbijartinê de avakirina tifaqan di navbera hêzên demokrasiyê de helwesteke gelekî rast û girîng bû. Lê belê ev yek teng hate nirxandin, di asteke welê de nehate dîtin ku bersivê bide bendewariyên pêvajoyê, feraseta ku qîma xwe bi encameke kêm tîne bi têrkerî ji holê nehate rakirin, li şûna ku hêzên demokrasiyê li her derê û di heman demê de li dijî faşîzmê bi yekwicûd têbikoşin, li hemberî hev ketin pêşbirkê. Ev yek divê weke kêmasiyeke girîng bê nirxandin. Em di wê baweriyê de ne ku qada siyaseta demokratîk û hêzên demokrasiyê û sosyalîst ên Tirkiyeyê wê ji vî alî ve binirxînin û encamên pêwîst jê werbigirin.

Bêguman têkoşîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û rizgariya Kurdistanê wê bi xurtî bê meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê, jin, karker û kedkar wê vê têkoşînê hîn xurtir bikin û bi tifaq û yekîtiyeke xurttir vê têkoşînê bigihînin encamê. Weke tevger piştgiriya me ya ji bo vê pêvajoyê û têkoşîna me ya li ser vê bingehê wê bênavber berdewam bike. Li Tirkiyeyê teqez wê faşîzm hilweşe û Tirkiye demokratîk bibe. Faşîzm ji bo gelan û mirovahiyê tu paşeroja xwe nîne. Dawiya faşîzmê wê tenê hilweşîn be. Siberoja Tirkiye û Kurdistanê wê ji aliyê gelan, hêzên demokrasiyê û têkoşîna jinan ve bê diyarkirin. Encamên hilbijartinan bi awayekî zelal nîşan didin ku wê ev yek bibe. Bi vê baweriyê em careke din encamên serketî li gelê welatparêz ê Kurdistanê, jin û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê pîroz dikin, silavên xwe dişînin û hêviya berdewamiya serketinê ji wan re dixwazin."