Cenazeyê Bahoz Çiya ku hatibû teşxîskirin, li goristana bêkesan hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bahoz Çiya ê ku ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin jî, li Goristana Bêkasan hat veşartin.

Bahoz Çiya (Erdal Marangoz), 2’ê Gulanê di êrîşa bi armancaya îmhayê ya dewleta Tirk a dagirker de li bejahiya Çiyayê Bagokê şehîd bû. Malbata Şehîd Çiya ku hat Mêrdînê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê cenaze teşhîs kirin. Lê cenaze radestî malbatê nehat kirin û ji bo testa DNA’ê yê ji malbatê nimûneyên xwînê hatin xwestin. Dema ku malbat nimûneyên xwînê didan, cenazeyê şehîd bi hinceta ku 15 roj bi ser re derbas bûye, li Goristana Bêkesan a Kamorê ya navçeya Artûklûyê hat veşartin.

Hejmara kesên di şer de şehîd bûne û li Goristana Goristana Bêkesan a Kamorê hatine veşartin derket 57’an.