Ji bo lêpirsîna Qetlîama Hewlêrê bê kirin, wê serî li Parlamentoya Iraqê bê dayîn

Malbatên di qetlîama sala 1997’an a PDK’ê ya li dijî dehan kesên ji parastina bêpar de xizmên xwe ji dest dane, li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo pirsîna li qetlîamê serî li Parlamentoya Iraqê bidin.

26 sal di ser Qetlîama Hewlêrê (16’ê Gulana 1997’an) ya bi destên PDK’ê derbas bûne, lê hêj nehatiye ronîkirin. 16’ê Gulana sala 1997’an hêzên PDK’ê û leşkerên Tirk bi hev re êrîş birin ser saziyên Heyva Sor a Kurdistanê û bi dehan kesên ji parastinê bêpar qetil kirin. Cenazeyên şehîdan hêj radestê malbatan nehatine kirin.

Xizmên şehîdên Qetlîama Hewlêrê, bi boneya salvegera qetlîamê, li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê daxuyanî da.

TU ENCAM JI SERLÊDANÊN ME YÊN LI SAZIYÊN KURDISTANÊ ÇÊNEBÛN

Mihemed Xerîb ku xizmekê şehîdan e daxuyanî xwend, bi bîr xist ku qetlîam ji aliyê leşkerên girêdayê PDK’ê ve hatiye kirin û wiha got: “26 salên qetlîamê ne, lê rastî derneketiye holê. Me xizmên şehîdên qetlîamê, serdan li Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê û saziyên têkildar kirin, lê tu encam ji serlêdanan bi dest nexist. Em dixwazin cenazeyên şehîdên me radestê me bên kirin. Ger sax bin, em dixwazin bizanin ku li kû ne.”

WÊ PIRSA 7 GERÎLAYÊN LI XELÎFANÊ HATIN QETILKIRIN JÎ BÊ KIRIN

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku divê axa Kurdistanê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê parastin û hat diyarkirin ku divê rastiya êrîşa sala 2021’ê ya berpêyî gerîlayan li Xelîfanê jî derkeve holê.

ÇI QEWIMÎBÛ?

Hêzên PDK’ê 17’ê Gulana sala 1997’an gerîlayên li Hewlêrê tedawî dibûn û sivîlên hez ji PKK’ê dikir qetil kirin. Nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan a Heyva Sor a Kurdistanê jî di nav de, PDK’ê û hêzên dewleta Tirk dor li gelek sazî û dezgehên welatparêz girt bi çekên giran êrîş kir. 9 gerîlayên di şer de birîndar bûbûn û li nexweşxaneyê tedawî dibûn, li vir dan ber guleyan, ji gelek kesên bi birîndarî hatin destgîrkirin hêj tu hay nîn e. 

Di encama êrîşên bi hevkarî yên PDK’ê û dewleta Tirk de, 52 jê li nexweşxaneyê, nêzîkê 80 gerîla, xebatkarên nexweşxaneyê û kesên sivîl hatin qetilkirin.