Beriya her hilbijartinê de qirkirina siyasî

AKP ku li Kurdistanê her tim di hilbijartinê de li hemberî HDP’ê têk diçe li şûna ku di sindoqan de bibe reqîbê HDP’ê, li hemberî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî dide meşandin.

Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve desthilatdariya AKP’ê di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rêveber û endamên navçe û bajaran ên HDP’ê de 15.530 kes destgîr kir û 3661 kes jî girt. Ji sala 2016’an û vir ve heta niha 10.719 HDP’yî hatine destgîrkirin îu 2251 siyasetmedarên Kurd jî hatine girtin. Hejmara kesên hatine girtin 6 hezar derbas kir. Ji sala 2015’an û vir ve 89 hevserokên bajêr ên HDP’ê û 193 hevserokên navçeyan ên HDP’ê hatine girtin.

AKP'ê ev girtin bi taybetî salek beriya hilbijartinan kir. Ev jî armanca operasyonan eşkere dike. AKP ya ku ji 3'ê Mijdara 2002'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, piştî têkçûna giran a hilbijartinê ya li hemberî HDP'ê ya di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de li Kurdistanê, ji bo hîn bêhtir krîmînalîzekirinê operasyonên destgîrkirin û girtinê li hemberî Kurdan da destpêkirin. Bi taybet operasyonên destgîrkirinê yên beriya hilbijartinên 2011’an armanca AKP’ê derdixîne holê.

DI SALA 2011’AN DE 5 OPERASYON

Beriya hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an AKP’ê dîsa gelek kes destgîr kiribû. Di sala 2010’an de bi tenê li Wanê di 5 operasyonan de 47 siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Ber bi hilbijartinê ve AKP’ê bi operasyonên qirkirina siyasî re dest bi êrîşa li ser Kurdan kir. Operasyonên qirkirina siyasî ji xeynî Wanê li bajarên din ên Kurdistanê jî domiya.

DI SALA 2017’AN DE 210 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Hikûmeta AKP’ê bi zext û operasyonan kete hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an. Di salên 2017 û 2018’an de operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn.

* Li Edeneyê bi alîkariya helîkopteran operasyona qirkirina siyasî hate kirin û 20 kes hatin destgîrkirin.

* Di 10'ê Çileya 2017'an de 30 kes hatin destgîrkirin.

* Li Eskîşehîrê 13 kes hatin destgîrkirin.

* Li Stenbol û Tekîrdagê 13, li Enqereyê jî 8 endamên HDP'ê hatin destgîrkirin. Di operasyonan de rojnameger jî hatin destgîrkirin.

* Li navçeyên cihê yên Stenbol, Agirî û Edeneyê di serdegirtina malan de 80 kes hatin destgîrkirin.

* Li Edeneyê Hevserokê HDP'ê yê bajêr Huseyîn Beyaz jî di nav de 26 kes di bin navê "PKK"ê de hatin destgîrkirin.

Bi vî rengî di sala 2017'an de 210 siyasetmedarên Kurd hatin destgîrkirin.

DI SALA 2018’AN DE 311 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Operasyonên qirkirina siyasî di sala 2018’an de jî domiya.

*Li 8 navçeyên Amedê rojnamevan û siyasetmedarên HDP jî di nav de 90 kes hatin destgîrkirin.

* Li Wanê 18 kes hatin destgîrkirin.

* Li Edeneyê di serdegirtinên malan de 34 kes hatin destgîrkirin.

* Li Amedê 158 kes hatin destgîrkirin.

* Li Kocaeliyê 11 kes hatin destgîrkirin.

Bi vî rengî di sala 2018'an de di serdegirtinên malan ên li hemberî HDP’ê de 311 kes hatin destgîrkirin.

DI SALA 2019’AN DE 11 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

AKP'ê beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê jî heman tişt kir. Di 3 mehên destpêkê yên sala 2019’an de 59 kes hatin girtin.

* Li Wanê 20 kes hatin destgîrkirin.

* Li Kocaeliyê di operasyona li dijî HDP'ê de nêzî 20 kes di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.

* Li Edeneyê Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural jî di nav de 12 rêveberên HDP'ê hatin destgîrkirin.

DI SALA 2022’AN DE 149 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023’an re di operasyona li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya ku pêkhateyeke HDP’ê ye14 rêveberên partiyê hatin destgîrkirin. Piştre Hevşaredar Keskîn Bayindir jî di nav de 15 kes hatin destgîrkirin.

* Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê hatibû destpêkirin li 10 bajaran hevserokên HDP’ê yên bajaran jî di nav de 42 kes hatin destgîrkirin.

* Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de 46 siyasetmedarên Kurd hatin destgîrkirin.

* Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 31 kes hatin destgîrkirin.

Bi vî rengî di sala 2022'an de di operasyonên li dijî HDP'ê de 149 siyasetmedarên Kurd hatin girtin.

BERIYA HILBIJARTINÊN 14 GULANÊ

20 roj beriya hilbijartinên di 14’ê Gulanê de li Amedê rojnamevan, çalakvan, siyasetmedar û hunermend jî di nav de 126 kes hatin destgîrkirin.