Cenazeyên 2 gerîlayan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin

Cenazeyên gerîlayên bi navê Dîcle Yemen û Mehmet Şakir Alici yên ku li herêma Şirnexê ya Bestayê şehîd bûn, ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Gerîlayên bi navê HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) di operasyona dewleta Tirk a dagirker de di şer de şehîd bûbûn.

Cenazeyên gerîlayan di 18’ê Gulanê roja Pêncşemê de rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenaze piştre ji aliyê malbatên gerîlayan ve hatin teşxîskirin.

Malbatan piştî teşxîsê cenaze wergirtin. Hate hînbûn ku cenazeyê Dîcle Yemen wê bibin navçeya Gevera Colemêrgê û cenazeyê Şakir Alici jî wê li Wanê were veşartin.

Hat ragihandin ku li morga nexweşxaneyê cenazeyê 2 gerîlayên YJA Star û yê gerîlayekî HPG'ê hene.